Xurbet Îşlek: Li hemberî desthilatdariyê berxwedana topyekun hewce ye 2021-05-12 10:14:11   Mizgîn Marînos   MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên hikûmeta Hewlêrê û got: "Li hemberî hikûmetê serhildanek heye, lê bi awayeke bi êş tên tepisandin. Heya niha jî gelek kesên azadîxwaz ku di raperînan de hatin binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn. Ji bo vê jî divê gel bi awayek topyekun li hember desthilatdariyê rabin û li ber xwe bidin."    Li Herêma Federal a Kurdistanê geşedanên siyasî zindîbûna xwe didomîne û bandorê li Kurdistaniyan dike. Qeyrana siyasî, aborî û ewlehiyê ji ber polîtîkayên hikûmetê her ku diçe kûrtir dibe. Êrişên li hemberê herêmê, rewşa Şengal û Mexmûrê mijarên sereke ne. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Xurbet Îşlek, derbarê geşedanên dawî û rewşa jinên li herêmê de ji ajansa me re axivî.    Xurbet, di destpêka axaftina xwe de polîtîkayên ku li ser Şengalê tê meşandin nirxand û got: "Êzidî bi têkoşîna xwe bû xwedî vîn û niha dikare li hemberî hemû hêzan xwe biparêz e. Hêza parastina cewherî ya ku niha hatiye avakirin, li hemberî hemû êrişên li ser xaka Şengalê li ber xwe dide heye. Li hemberî vê têkoşînê hevpeymana di navbera Tirkiye, hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye îmze kirin jî xweneragirtina li hemberî vîna gelê me yê Şengalê ye ku 6 sal in bi hêz û baweriya xwe ava kirî heye. Dijminên Gelê Kurd li ku derê xweseriyek hebe êrîşê dike û nahêlin ku kurd pêşbikevin. Me rewşa Şengalê beriya fermanê jî dît û piştî fermanê jî em dibînin ku çawa xwedî li hebûn û baweriya xwe derdikevin. Niha bi pêşengiya dewleta tirk û hevkarên wî, li hemberî Şengalê amadekariyên fermanekî din tê kirin."    ‘Rewşa wargehê ne ji Şengalê dûr e'    Xurbet, da zanîn ku rewşa wargehê jî wekî Şengalê ye û li hemberî wargehê polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha axivî: "Rewşa me ya wargehê ji rewşa Şengalê ne dûr e. 27 sal in li wargehê xwedî hêzek, xwedî rêveberiyek xweser û xwedî vînek ya berxwedanê heye. Ji bo wê jî hêzên desthilatdar xwe li vê vînê ranagirin, êriş dikin û dest davêjin nirxên gel. Di hemû qadên jiyanê de hemû saziyên ku niha di wargehê de kar dikin, tu hêvî û bendewariyên me ji tu aliyan nînin. Hêzekî me ku em bikarin xwe bi rêve bibin û biryara xwe bidin heye û 27 sal in berdewam dike û wê berdewam jî bike."    ‘Divê gelê Başûr rastiya heyî bibîne'    Xurbet, destnîşan kir ku êrişên li hemberî Mexmûr, Şengal, Rojava û Herêmên Parastina Medya girêdayî hev in û wiha mijar nirxand: "Em ji van êrişên dewleta dagirker û hevkarên wî ne biyanî ne. Li Kurdistan û derveyî Kurdistanê êrişên li hemberî Gelê Kurd berdewam dike. Bê guman em dizanin serkêşiya van êrîşan kî dike. Dewleta tirk û hevkarê wî PDK li başûrê Kurdistanê 40 sal in li hemberî têkoşîna azadiya Gelê Kurd şerekî berfireh didin meşandin. Li hemberî wê berxwedana gerîlla ya bê hempa bi rihekî fedayî tê meşandin. Di nava vî şerê giran de medya PDK’ê ku xwe weke çapemeniya azad nîşan dide, şerekî psîkolojîk û propagandayekî reşkirinê li hember hêzên gerîlla û tekoşîna azadiyê dide meşandin. Em hemû dizanin heya niha hêzên gerîla li tu deverên başûrê Kurdistanê zerer ne gihandine gelê herêmê û her tim gel parastiye. Lê divê gelê me yê başûrê Kurdistanê jî baş bizane, rêveberiya hikûmeta ku niha heyî ji derveyî berjewendiyên xwe yen malbatî tu xizmet û qenciyê ji bo wan nake û divê gelê me hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirkiyê bibîne û li hemberê bertek nîşan bide."      'Dem dema azadiyê ye'                                     Xurbet, diyar kir ku 2 hefte jortir e li herêmê êrişeke berfireh heye û wiha got: "Li hemberî gerîlayên Gelê Kurd bi teknîka pêşketî û bi çekên kimyewî êrişek heye. Berxwedana ku niha gerîla dide meşandin, bi hêza gel dide meşandin ji bo wê yekê jî divê gelê me gerîllayên xwe tenê ne hêle. Em weke Gelê Kurd ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya li cîhanê gerdunî tên nas kirin, ji bo wê yekê jî divê ev nirx bên parastin. Diyare ku di demê pêş de ev şer wê hîn dijwartir bibe, li bakurê Kurdistanê niha gelê me di bin zextên mezin de ne dîsa jî girtiyên azadiyê li zîndanan ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiye’ di nava çalakiyan de ne û weke şopdarên wan ev çalakî li hemû deveran belav bûye, wê heya serkeftinê jî berdewam bike. Ji ber ku êdî dem hatiye ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin, di nava xwe de bibînin. Ji bo wê jî li her deverê cîhanê her kesekî azadîxwaz pîşeya wî çi dibe bila bibe erk û rola dikeve ser milê wî pêk bîne."   ‘Li dijî xwekuştina jinan tiştek nayê kirin'    Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên Başûrî û da zanîn ku li herêmê hejmara kuştin û xwekuştina jinan zêde dibe. Xurbet wiha berdewam kir: "Mijarek din a herêmê jî xwekuştina jinê ye. Sedema van xwekuştinan jî weke sedemekî herî mezin bê hêvîbûna wan a ji jiyanê ye. Ji ber ku êdî bawerî nemaye, nakokî zêdebûne û pisgirêkên wan nayên çareserkirin. Divê partiyên siyasî li gorî berjewendiyên civakê tevbigerin û bikaribin pirsgirêkên civakê çareserbikin. Heke ev tişt pêk bê dê rêjeya xwekuştina jinan kêm bibe. Ji bo jinan çend qanûn hene lê nayên pratîzekirin. Partiyên me hene lê tenê navên wan hene û ji bo parastina mafên jinan tiştekî nakin."   'Li hemberî desthilatdariyê têkoşîna topyekûn'    Xurbet, di dawiya axaftina xwe de banga berxwedanê li civakê kir û got: "Di her qada civakê de em dibînin ku li hember xwekuştinan bêdengiyek heye, heya ku rewş wisa be jî wê ev dagirkerî, krîza siyasî, aborî û civakî ku xwe daye der wê berdewam bikin û mezin bibin. Li hemberî hikûmetê serhildan pêk tê lê bi awayek bi êş tên tepisandin. Heya niha jî gelek kesên azadîxwaz ku di raperînan de rabûne mafên xwe xwestine hatine binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn. Ji bo vê jî divê gel bi awayek topyekun li hember desthilatdariyê rabin û li ber xwe bidin.’’