Derbarê şîdet û gefxwarinê de gilî kir lê encam negirt 2021-05-12 09:06:50   Melîke Aydin   MUGLA - Duygu Yildiz diyar kir ku Burçîn Akinci yê ku ew girtiye kar, destdirêjî û tehdîd kiriye û wiha got: “Min gilî kir lê min encamek negirt. Divê jin li dijî şîdeta dibînin bi cesaret tev bigerin.”   Jina bi navê Duygu Yildiz salek berê bi pêşniyara nasekî xwe, li Şîrketa Anka Çîm Peyzaj Gubre dest bi kar kir. Duygu ji aliyê kesên ku kar dayê ve rastî destdirêjiya zayendî, şîdet gotinên nîjadperest hat. Duyguyê tiştên jiya ji ajansa me re vegot.   Burçînê da zanîn ku bi hevkariya nasekî li şîrketê dest bi kar kiriye lê mêrê bi navê Burçîn Akinci yê ku ew girtiye kar, dest bi destdirêjî û tehdîdan kiriye. Duyguyê wiha got: “Min dest bi kar kir, çend roj şûnde roja şemiyê ez di wesayîta serwîsê de bûm. Hemû xebatkar belav bûn ez û ew tenê man. Burçîn Akin di têketina Bodrumê de li cihekî bêdeng sekinî û ez bi alavek birînê tehdîd kirim. Dema ez girtim kar got tu yê ligel min bimînî û nîşeyan bigirî. Got ‘cihên ez jê talîmatan digirim heye, ew çi bêjin ez wê dikim’. Ji min xwest ku ez çekê bi kar bînim, heta got divê ku cînayetê pêk bînî. Min got ez bi tu awayî qebûl nakim. Gustîlka xwe nîşan da, li ser stêrk û hêv hebû. Dizanibû ez ji Amedê me. Dibe ku ji bo min bitirsîne ev kiribû. Bi kurê min ez tehdîd kirim. Dizanibû ez qebûl nakim. Berê em axivîbûn. Dizanibû kurê min heye. Got ez çi bêjim divê tu bikî. Dema behsa kurê min kir min qebûl kir. Dema ku min got ez qebûl nakim dest dirêjî min kir.”   ‘Got çekê bi kar bîne’    Duyguyê daxuyakirin ku dema hatine Mîlasê gumanbar gotiye ku divê tu li çûkê bixî û wiha pê de çû: “Min got ez nikarim tiştekî wisa bikim. Got ‘ez direvim tu li min bixe, tu li min nexî tu yê birevî ez ê li te bixim.’ Ji tirsan min sê rojan ji kesî re negot. Ez li malê giriyam. Min ji malbatê re negot. Ez sê rojan ji malê derneketim. Piştre min ji hevalek xwe ya nas re vegot.”   ‘Min ev tehdîd ji kesên din jî bihîstin’   Duyguyê di berdewamiyê de wiha got: “Piştî salekê şûnde, li ser  rê di bîhndanê de ez bi gumanbar re hatim rû hev. Jineke din a min nas dikir, got gumanbar jinên din jî tacîz û tehdîd dike. Min ji kesên din jî bihîst ku tehdîdên wisa dike. Piştî vê ez çûm dozgeriyê. Min gilî kir lê encamek tune ye. Nizanim ku wekî din kesekî din gilî kiriye an na.”   ‘Divê Peymana Stenbolê pêk bê’   Duyguyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin li dijî şîdet û tacîzê bi cesaret tev bigerin û wiha dawî lê anî: “Hevala min Bensu Narli ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin. Bila jin bi cesaret bin. Bila ji derdora xwe re bêjin. Dema ku nebêjin nikarin ji malê jî derkevin. Divê demildest Peymana Stenbolê jî pêk bê.  Divê jin bi vî awayî neyên kuştin.”