ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-12 09:00:00   *Duygu Yildiz diyar kir ku Burçîn Akinci yê ku ew girtiye kar, destdirêjî û tehdîd kiriye û wiha got: “Min gilî kir lê min encamek negirt. Divê jin li dijî şîdeta dibînin bi cesaret tev bigerin.” DÎMEN HEYE   * Amîne Faqîr a ji ber pevçûn û şerê li welatê xwe koçî Wanê kir, ji ber pêvajoya pandemiyê û pirsgirêkên aborî, li ber deriyê xwe tezgah vekir.  Amîne ku rojê bi 30 TL hewl dide kirê, av, ceyran û lêçûna mutbexa xwe peyda bike, diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin vegera welat e.   *Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên hikûmeta Hewlêrê û got: "Li hemberî hikûmetê serhildanek heye, lê bi awayeke bi êş tên tepisandin. Heya niha jî gelek kesên azadîxwaz ku di raperînan de hatin binçav kirin û aqûbeta wan nayê zanîn. Ji bo vê jî divê gel bi awayek topyekun li hember desthilatdariyê rabin û li ber xwe bidin." BI DÎMEN    *Leyla Qasim jineke têkoşer û şervan bû. Wekî bi navê xwe şev bû eşq bû. Lê evîna wê ji bo doza azadiya Kurdîstanê bû. Leyla li dû xwe mîrateyeke mezin hişt û wê her bi gotina xwe ya “ Mirina min şiyarbûna gelê min e” bê bîranîn.