3 cenazeyên HPG’yî hatin definkirin 2021-05-12 08:21:42   MÊRDÎN - Malbatan cenazeyên 3 endamên HPG’ê yên di şerê li Bagokê de jiyana xwe ji dest dabûn girtin li Nisêbîn û Qoserê defin kirin. Polîsan destûr nedan ku malbat cenazeyan bişon û nimêj bê kirin.    Di 8'ê Gulanê de li Gundê Badibê yê li herêma Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê di navbera TSK û HPG'ê de şer derketibû. Di şer de 6 HPG’yî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî malbatan 3 cenaze teşhîs kirin, cenazeyên zarokên xwe girtin û defin kirin.   Ramazan Aslan li Goristana Moris ya navçeya Nisêbînê, Mazlum Kizil li Goristana Îki Kuyuyolu ya li navçeya Qoserê ye û cenazeyê Bayram Kuzu jî li Goristana malbatî ya Kume Evlerê hatin veşartin.     3 cenazeyên din ên ku navên wan nehatin aşkerakirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de tên girtin.