Polîsan êrişî jinên ku li Taksîmê çalakî pêk dianîn, kirin 2021-05-11 16:29:24     STENBOL - Însîyatîfa Em Dixwazin Bijîn bi minasebeta salvegera  10’emîn a Peymana Stenbolê li Qada Taksîmê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 3 jin bi lêdanê hatin binçavkirin.   Li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên rêxistinên jinan ên bi minasebeta salvegera 10’emîn a Peymana Stenbolê tên kirin, berdewam dikin. Însîyatîfa Em Dixwazin Bijîn li Qada Taksîmê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de panqarta “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” hat vekirin.   Jinan ji polîsên ku xwestin pankartê hilînin pêşîya çalakiyê bigirin re bertek nîşan dan û gotin: “Dema jin dihatin qetilkirin hûn li ku derê bûn.” Her wiha jinan li dijî qedexeyan ji polîsan re gotin ku ew destûra wan nas nakin.   Di vê navberê de jinan bertek nîşanî polîsên ku pankart çirandin dan. 3 jin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Jinan dema ku polîsan ew birin wesayîta binçavkirinê  dirûşmên “Em bêdeng namînin, em natirsin û em serî natewînin” berz kirin.