Li Dêrsîmê, destdirêjî , tecawiz û xizanî tên pêşxistin 2021-05-11 09:04:44     Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Li Dêrsîma ku ji aliyê desthilatdariyê ve wek bajarê aram tê îfadekirin, şîdeta li ser jinê, êrîşên li hember erdnîgarî, çand, bawerî û nasnayê tên veşartin.   Desthilatdariyê û alîgirên wê Dêrsîmê wek bajarê aram îfade dikin, lê ji jinê bigirin heta xwezaya wê, erdnigarî û çanda wê her tişt di hedefê de ye. Betalî û xizanî pirsgirêkek mezin e. Di sala 1975’an de nifûsa wê 165 hezar bû û ji ber polîtîkayên şer di 2011’an de ev daket 73 hezarî. Nîvê vê hejmarê jî ji ber fikr û ramanên xwe hatin girtin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Gelek deverên Dêrsimê ji ber ‘herêma ewlehiyê’ hatine qedexekirin û bi projeyên HES, maden, xîz û keviran tê tunekirin. Di bin navê neçîrê de jî sewal tên qetilirin.   Li bajar bûyerên îstîsmar, tecawiz û fuhuşê jî zêde bûne. Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha ev 487 roje agahî jê nayê girtin.   Tacîz, îstîsmar û tecawiz...   Li bajar ku bûyerên tacîz, tecawiz, şîdet, hişbir û sîxuriyê tên dîtin, ev bûyer ji aliyê hêzên ewlehî û merciyên edlî ve tên veşartin û dema bûyer dertên holê jî ev tên veşartin.   Li Pertekê jî di 16’ê Çileyê 2020’an de derket holê ku bi dehan zarok êrîşa zayendî li wan hatiye kirin û piştî vê lêpirsîn hat destpêkirin lê biryara veşariyê danîn ser dosyayê, bername û çalakiyên li bajar hatin qedexekirin. Li Pilûrê jî di 6’ê Çile de  bûyera êrîşa zayendî a li zarok derket holê û hewl hat dayîn ku bûyer bê veşartin.  Hat îdiakirin ku li zanîngeha Munzurê li xwendekarên jin bi zorê fuhuş tê ferzkirin û ji bo vê jî li zanîngehê kom hatine avakirin. Lê ne merciyên edlî ne  ne jî rektor der barê vê de tiştek nekirin.   Dîsa li bajar hinek kafe û restoran, bi taybet ji bo hişbir, destdirêjî û fuhuşê hatine avakirin û gelek ji van dema waliyê dema borî  ku niha wek qeyûm tayînê şaredariyê bûye, Tuncay Sonel de hatine vekirin.   Xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku 481 roje agahî jê nayê girtin. Lêpirsîna hatiye destpêkirin li ser gumana ‘întîxarê’ tê meşandin û gumanbarê sereke Zaynal Abarakov serbest e, rapora kesê dizane li ber çavan nayê girtin, çalakiyên xwendekarên zanîngehê yên ji bo Gulîstanê tên qedexekirin, jinên dibêjin ‘Gulîstan Doku li ku ye’ tên cezakirin. Ev pêkanîn jî pirsgirêka jinê ya li bajar nîşan dide.    Derketibû holê ku xwendekara zanîngeha Munzurê ku ji bo lêçûna ji bo dibistanê peyda bike li restorantekê dixebitî, rastî tacîzê hatiye.  Hatibû hînbûn ku xwendekarê serlêdana sûc kiriye, lê piştî vê xwediyê kargeriyê û çawîşê pispor yê ligel wî ji bo bûyer bê girtin zext kirye. Dîsa derketibû holê ku xwediyê kargeriyê hevalê waliyê berê Tuncay Sonel e.   Şewata daristanan   Li Dêrsîma ku tê xwestin pisgirêka Kurd bê çareserkirin û di çarçoveya maf û daxwazan de bê pêşxistin, ji ber neçareseriyê şewatên daristanan jî didomin. Ji 2015’an heta niha  Dêrsîm carek din bi OHAL, qedexeyan û tehdîda valakirina gundan re hat rû hev. Di havîna 2015’an de li Dêrsîmê 14 cih wek herêmên ewlehiyê hatin îlankirin.    Welatiyên Dêrsîmê diyar dikin ku daristan bi zanebûn tên şewitandin, hewldanên temirandinê tên astengkirin.   Projeyên tunekirina qadên jiyanê yên xwezayî   Gelê Dêrsîmê ne tenê li dijî şewata daristanê li dijî projeyên HES, madenan jî têdikoşin. Projeyên HES’ê ji nîvê salên 1990’î hatin çêkirin û armanca wan jî ji razemeniyê wêdetir, kontrol bû. Ji bo maden û şewata daristanan jî heman rewş mijara gotinê ye. Ji dema OHAL’ê heta niha li ser her girê Dêrsîmê kelehkol hatine çêkirin û ji bo vê jî darên derdorê hatin tunekirin.   Ji duh heta îro tiştek neguherî   Di salên 1990’î de bi awayekî kêfî gund hatin valakirin, gundik hatin valakirin. Demek dirêj ev qad wek herêma qedexe hat îlankirin.    Di 2002’an de tevî ku pêkanîna OHAL’ê hat rakirin jî di bin navê ‘herêma ewlehiya demborî’ de bi awayekî fîlî tê bikaranîn. Ji dawiya salên 1980’ê heta despêka salên 2000’î Dêrsîm di nav herêmên  OHAL’ê de cih digirt û di 2009’an de  pêkanîna ‘herêma ewlehiya demborî’ pêk hat û tevî ku ev li dijî Destura Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a  Ewropayê, Qanûna Herêmên Ewlehî û Herêmên Qedexe ya Leşkerî bû jî heta îro berdewam kiriye û azadî û maf hatine binpêkirin.   Li herêmê ji mîlyonekê zêdetir mayîn hene   Li Dêrsîmê hejmara mayînan gelek zêde ye û ev mayîn û teqemeniyên nayên derxistin, gel dike fikarê. Di navbera salên 1993-94’ û 2019’an de gelek welatî di encama van teqemeniyan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.    Li Dêrsîmê heta niha 12 sivîl di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan. 6 heb ji van zarok bûn.  Yên birîndar jî 4 hebin û yek ji van jin e.