Li girtîgeha Duzceyê pêkanînên dijmirovî tên kirin 2021-05-10 09:01:09   ENQERE - Girtiyên bi navê Muhammet Koçyîgît û Vedat Gultekîn yên li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtî ne binpêkirinên mafan ji malbatên xwe re ragîhandin.  Malbatan got: “Gardiyanan ji ciwanan re gotine ‘hunê  îmzeyê bavêjin bin nivîsê, lê xwendin tune ye’. Ciwanan ji ber îmze navêtine belgeya ku naveroka wê nizanin, cezayê disîplînê li wan hatiye birîn.”   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin. Girtiyê PKK û PAJK’ê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan rabe ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û di roja 164’emîn de grev didome.  pêkanînên dijmirovî  li ser girtiyan pêk tên. Girtiyên bi navê Muhammet Koçyîgît û Vedat Gultekîn yên li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dimînin binpêkirinên mafan yên dijhiqûqî bi hevkariya malbatên xwe vegotin.   ‘Muhammet 5 sale beyî sedem girtî ye’   Muhammet Koçyîgît yê 29 salî ku xwendekarê pola dawî ya Beşa Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê bû di 2017’an de  hat girtin û ji wê demê de li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ye. Dayika wî Turkan Koçyîgît da zanîn ku kurê wê beyî sedem hatiye girtin û wiha got: “Kurê min 5 sale girtî ye. Tu sedema ji bo girtinê tunebû. Kezeba min dişewite. Bi rastî tiştekî zehmet e. Bifikirin dayikek her roj li benda kurê xwe ye û nayê.  Muhammet bi îdaya endamtiyê girtin û 13 sal ceza danê. Ez ji rayedaran dipirsim; gelo kurê min çû rêxistinê bû endam, qeyda xwe kir. Ev şaş e. Tiştek wisa tune ye . Muhammet xwendekar bû. Di pola dawî de bû. Her kes xwedî nêrîneke siyasî ye. Van mirovan dibistan dixwendin. Ev ceza beyî sedem dan kurê min.  Kurê min welatparêz bû.”   ‘Mirov tişta ku nexwînin dikarin îmze bikin?’   Turkanê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mehmet di axaftina dawî de got ‘Dayê em xwarinê dixwin, em fraqên xwarinê didin ber derî gardiyan bi lingan wan kaş dikin.’ Ka muslimantî ka oldarî. Ya rêzdariya we ka li hember xwarinê.  Ji xwe we ceza biriye, wekê din çi dixwazin. Azadî ji destê wan hatiye girtin. Qaşo qanûnên wan hene.  Li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Kêfî tevdigerin. Mînak em li hewadankê stranên Kurdî dibêjin lê asteng dikin û heqaretê dikin. Cezayên dîsîplînê dibirin.  Gardiyan belgeyan tînin koxuşan û beyî ku destur bidin girtî bixwînin, dixwazin bidin îmzekirin. Ev çend caran li girtiyan ferz kirine. Gotin ‘îmzeyê bavêjin lê xwendin tune ye’.  Ciwanan ev qebûl nekirine û ceza li wan hatiye birîn.  Ev pêkanîn li tu derê cîhanê tune ye. Bang li hemû kesî dikim; gelo mirov tiştekî ku naveroka wê nizanibin dikarin îmze bikin? Kurê min got ‘ev hemû ji bo ku me biçûk bixînin, nerehet bikin û psîkolojiya me xera bikin tên kirin’.  Her wiha ji bo em xemgîn nebin jî gelek tiştî nabêjin.”   ‘Ger şûnde digirin çima tên firotin’   Turkanê her wiha pirsgirêkên ku pêvajoya pandemiyê de hatine jiyîn jî wiha anîn ziman: “Girtî bi vîrusê ketin. Lê nebirin nexweşxanê. Tenê êşbir dan. Yên bi vîrusê ketin nexistin hucreya yek kesî. Di koxuşa 28 kesî de her kesî têkoşîna jiyanê da. Em ketin fikaran. Niha vîrus zêde bûye. Ez ji ber rewşa kurê xwe bi fikarim. Paqiyek tune ye. Xwarinek baş tune ye. Her tişt biha ye. Radyoyan dibin girtîgehan, ciwan digirin, piştre ji destê wan digirin. Madem hun tînin difroşin, çima hun şûnde ji wan digirin. Ez dayik im, ez xemgîn dibim.”   ‘Bila wezareta dadê empatiyê bike’   Turkanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî niha di grevê de ne. Tu dayik naxwaze zarokên wan bikevin grevê.  Demek neçarin ku dikevin grevê. Li dijî ezyet, dijiqûqiyan, binpêkirinan ketine grevê.  Bifikirin mirov dikarin birçî bimînin. Em meha Remezanê rojiyê digirin, çiqas zehmetî dikşînin. Birçîbûn ne hêsan e.  Bila mirov empatiyê bikin. Bila wezareta dadê hinekî empatiyê bike. Bila ev binpêkirin bên rakirin û ciwan ji grevê derkevin. Ez heta dawî li pişt kurê xwe me. Girtî ne bêxwedî ne. Em van qebûl nakin. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe ji van binpêkirinan re bêjin bes e.”   ‘Ji ber wêneyê Che Guevara hebû ceza lê birîn’    Yek ji girtiyên din Vedat Gultekîn e. 9 sale li girtîgehên cuda hatiye girtin. Herî dawî ji girtîgeha Kirikkaleyê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê hat kirin. Dayika wî Azîze Gultekîn got ev 6 sale kurê wê li girtîgeha Duzceyê girtî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vedat niha 26 salî ye. 9 sal û 7 mehe girtî ye. Ev 3 sale tevî cezayê wî qedyaye nehat berdan.  Wê hîna 2 salên din jî girtî bimîne. Di rewşa normal de sê sal berê cezayê wî qedya, lê ji ber hincetên eletewş  bernadin.  Hevalên Vedat nexşeya cîhanê ji Vedat re şandibûn. Ji ber wêneyên Che Guevara li ser nexşeyê bû, 10 meh cezayê dîsîplînê lê birîn. Ji ber di Newrozê de govend gerandine stranên Kurdî gotine cezayê dîsîplînê lê birîne. Niha girtî li dijî dijhiqûqiyan di grevê de ne. Ez ji ber rewşa kurê xwe bi fikarim. "   Neçarin vê tecrîdê rakin’   Azîzeyê destnîşan kir ku dijhiqûqiyek mezin li ser girtiyan heye û wiha dawî lê anî: “Zarokên me her tim binpêkirinan tînin ziman.  Niha daxwazên wan hene. Heta ku daxwaz neyên qebûlkirin wê grev jî bidome. Di vî alî de bi biryarin.  Girtî ji xwe tiştekî naxwin û li koxuşan  tenê şekir û ava fêkiyan heye. Gardiyan beyî sedem wan dirjînin û pêlê dikin.  Li dijî girtiyan binpêkirinek mezin heye.  Divê demildest vê tecrîdê bidawî bikin. Divê em hemû dayik bên gel hev û tiştekî bikin.”