Li girtiya binpêkirinên mafan vegot cezayê hucreyê birîn 2021-05-09 14:36:17     MÊRDÎN - Li Garîbe Gezer a ku dema li Girtîgeha Kayseriyê bû di hevdîtina bi malbata xwe re kir de berpirsên binpêkirinên mafan mudurê girtîgehê û serkêşê gardiyanan nîşanda 11 roj cezayê hucreyê hat birîn.    Garîbe Gezer a ku niha li Girîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandrayê tê giritn, ji ber ku di hevdîtina bi malbata xwe re kir de got ku perpirsên binpêkirinên mafan mudrê girtîgehê û serkêşê gardiyana ye, bi hinceta ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike agir bi qawîşê xitiye cezayê hucreyê lê hat birin.   Garîbe piştî ku sirgûnî Girtîgeha Kandirayê hate kirin bi hinceta vîrûsa koronayê 10 rojan bi tena serê xwe li koxûşê di karantînayê de hate hiştin û piştî ku ev pêvajo qediya bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala binpêkirina mafên mirovan a li Kayseriyê kiribû. Bi hinceta ku navê berpirsyarên van binpêkirinan anî ziman 11 roj cezayê hucreyê li Garîbeyê hate birîn.   Faturaya ceryanê li girtiyan birîn   Harîbe diyar kir ku rojnameyan nadin girtiyan, hejmara pirtûkên didin girtiyan jî daxistine 3'yan û got ku rêveberiya girtîgehê bi awayê kêfî tevdigere. Herwiha Garîbe anî ziman ku li Girtîgeha Kandrayê hesabê bankê yê girtiyan jî hatiye desteserkirin û ji ber vê pereyê ku ximên wan bi rêya PTT'ê ji wan re dişînin girtîgehê jî dereng tên destên wan. Garîbe herî dawî ji malbata xwe re gotiye ku faturaya ceryanê jî li girtiyan tê birîn.