Li Êlihê mirina jinekê ya bi gûman 2021-05-09 13:09:04     ÊLIH - Hayat Demîr li Êlihê bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li Taxa Petrolê ya Êlihê Hayat Demîr a 47 salî ku bi tenê dima, li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hate dîtin. Piştî ku cîranên Hayatê ji rewşa wê ketin gûmanê agahî dan rayedaran, polîs û tendirustvan hatin cihê bûyerê. Tendirustvanan diyar kir ku Hayatê jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Heyatê ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.