‘Li Tirkiyeyê Roja Dayikan tenê ji nav pêk tê’ 2021-05-09 09:09:09     Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Baran Çetînkaya nameya ‘ez diçim dayê, çûna min bêdawî nîne’ li pey xwe hişt û tevlî PKK’ê bû. Baran di 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Fadîme Çetînkaya da zanîn ku yekane daxwaza wê di roja dayikan de ev e ku jiyaneke wekhev, azad û adîlane hebe.   Li hemû cîhanê yekşema hefteya duyem a Gulanê Roja Dayikan tê pîrozkirin. Li herêmê ji bo dayikên ji ber polîtîkayên şer zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, roja dayikan dibe roja hesret û hêrsê…Yek ji van dayikan jî dayika Baran Çetînkaya (Brusk Dersîm), Fadîme Çetînkaya ye. Baran di 4’ê îlona 2015’an de di çalakiya li hember Qereqolekê de bi hevalê xwe Ridvan Îpek (Rezan Erzurum) re jiyana xwe ji dest da.   ‘Va diçim dayê..’   Fadîme di 2014’an de di hilbijartinên herêmî de dibe namzeta Akpabazarê û qezenc dike. Piştî peywirê 2 meh şûnde kurê wê nameya ‘Dayê ez va diçim…’ dihêle û tevlî PKK’ê dibe. Fadîmeyê da zanîn ku wan her tim zilm, komkujî û kuştinên kiryar nediyar dîtine û wiha got: “Brusk di 1993’an de hat dinê. Wî jî wek min zor û zehmetiya li vê erdnîgariyê jiya. Hîna 3 salî bû bavê wî hat girtin. Piştre hevalê wî yê zaroktiyê Sancar Buluç ji ber şer jiyana xwe ji dest da. Me hewl da em ji bin vê êşê derkevin.  Em wek heval bûn. Li dijî zextan me têkoşîn da. Di hilbijartinên 2014’an de bûm namzet, kurê min her tim ligel min bû. Brusk bi şev û roj xebitî û got em ê şaredariyê bigirin, em ê aştiyê bînin vî welatî. Dema diçûm şaredariyê digot dayê ez bêm gel te. Di 19’ê Gulanê de tevlî PKK’ê bû.  Di 4’ê îlona 2015’an de jî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.”   ‘Heta em bijîn ev êş wê hebe’   Fadîmeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser roja dayikan û da zanîn ku li Tirkiyeyê Roja dayikan tenê ji nav pêk tê û wiha dawî lê anî: “Gotinên ‘bihûşt bin lingê dayikan de ye’ rastiyê nîşan nade. Dayik temenê wan çi dibin bila bibin şîdet li wan tê kirin. Dayikên 80-90 salî tên girtin. gumanbarên tecawiz û tacîzê berdan, lê dayik girtin. Di pandemiyê de ev kirin. Dema dayik piştgiriyê didin zarokên xwe yên di grevê de şîdet li wan tê kirin. Dayik hepsî malê kirine û li malê li benda agahiyeke ji girtîgehê bê ne. Heta ku şer bidawî nebe bila kes behsa pîrozihiya Roja Dayikan neke.”   Fadîmeyê cilên kurê xwe girtin, bêhn kir û got: “Yekane daxwaza min jiyanek adîlane, azad û wekhev e. Wekê ku kurê min Brusk jî dixwest…”