'Ji bo dayik dîsa êşê nekişînin divê em li dijî tecrîdê bibin yek' 2021-05-09 09:07:56     Medya Uren   MÊRDÎN - Diya Medya Çinar a ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, Çeçen Çinar bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got:"Bila tu dayikên din vê êşa zarokên xwe nejîn. Ji bo nejîn jî divê em yek bin  û li hemberî tecrîdê bin. Divê doza Medyayê li erdê nemîne. "   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin dewam dike. Lê li dijî tecrîda giran têkoşîna girtiyan jî her dewam dike. Yek ji mînaka têkoşîna girtiyên di girtîgehê de Medya Çinar e. Medya ya yek ji çirûska serhildanê ye li dijî tecrîda giran bêdeng nema.    Di 7’ê Mijdara 2018’an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Ev çalakî di demeke kin de li hemû girtîgehan belav bû. Di heman demê li gelek welatan û Bakur jî ev çalakî pêk hatin. Di girtîgehan de li dijî bêdengiyê û tecrîdê gelek çalakvanan jî dawî li jiyana xwe anîn. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Ugur Şakar, Mahsum Pamay, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Medye Çinar li dijî tecrîda girankirî dawî li jiyana xwe anîn. Medya Çinar di 25’ê Adara 2019’an de, di Girtîgeha Mêrdînê de dawî li jiyana xwe anî.    Medyayê li koçberiyê ji dayik dibe   Medya Çinar di sala 1995’an de di nava malbateke xizan û welatparêz de hate dinê. Medyayê beriya were dinê gundê wan ê bi navê Mêrgê di sala 1994’an de ji aliyê dewleta tirk ve hatibû şewitandin. Li gorî ku em ji malbatê fêr dibin derî li sewalên wan hatin girtin xwestin sewalan û mirovan jî qetil bikin. Malbat gund bi gund û bajar bi bajar digerin ku bikaribin debara xwe bikin. Medyayê jî li Manîsayê dema ku malbata wê karê demsalî dike, tê dinê. Ew jî di nava koçberî, xizanî û tunebûnê de lewra bi rihê dayika xwe ya şerker çavên xwe vedike. Wê demê Medya û xwişkek wê heye û piştî Medya 4 xwişk û birayên wê çêdibin. Piştî ku xwişka Medya ya dawî tê dinê bavê wan, wan dihêle û zewaca duyem dike. Piştî zewacê di nava 3 mehan de dawî li jiyana xwe tîne.   'Min ji Medyayê hêz digirt'   Diya Medyayê, Çeçen Çinar di nava zehmetiyên mezin de zarokên xwe mezin dike. Lewra yê ku herî ji wê re dibû alîkar û hêz jî Medya bû. Ji ber ku di gund de dibistan tunebûn jî Medya tenê 2 salan dikare bixwîne. Ji ber ku derfetên malbatê jî dest nade. Medya jî karê demsalî dike, sewal xwedî dike ango her tim li çolan e. Diya wê Çeçenê dibeje hêz û cesareta mîna ya wê min nedît û wiha berdewam dike: "Heta ku mezin bû wê min neêşand. Tim bû dest û piyên min. Xwedîkirina wan zarokan a di nava xizaniyê de ji min re ne hêsan bû. Ez bûm dê û ez bûm bav. Bê guman ji zarokan re hîn zortir bû. Lê Medya bi hêz bû û jîr bû. Min ji wê hêz digirt. Bi min ve jî pir girêdayî bû. Diçû li çolê dixebitî. Dema ku fersend didît dibeziya gel min. Ez pê re dixeyidîm digot 'sebra min bê te nayê, nikarim ji te dûr bikevim'."   'Min bawer nekir ew hatiye girtin'   Çeçenê piştî van gotinan dema qala dûrketina Medyayê dike hestiyar dibe û hew dikare hêsirên çavên xwe bigire. Çeçenê wiha berdewam dike: "Medyaya min ji diya xwe dûr ket. Êdî nehat li derîkê min nexist û negot va ye ez hatim te himbêz bikim. Ew çû û nema dihat mala min ronî dikir. Salên 2012’an bû Medya hîna 17 salî bû tevlî nava refên gerîla dibe. Di şerê Nisêbînê de jî cih girt û li wir ji milên xwe birînek giran digire. Di 31’ê Gulanê de bi 42 kesan re tê girtin. Dema hatiye girtin jî îşkenceya giran lê tê kirin. Rihê wê yê maye jî jê dikişînin. Porkur dikin, lê dixin. Dema hatiye girtin jî ez li ber televîzyonê bûm û min dît. Ew roj kizînîyek ket canê min û min nexwest bawer bikim ku ew hatiye girtin."    'Îşkence li Medyayê kirin'   Çeçenê diyar kir ku hiş ji serî çûye û xwestiye demildest biçe gel Medyayê û wiha domand:"Nehiştin ez herim nexweşxaneyê da wê bibînim. Piştî girtin, min ew dît. Dema min dît jî got 'ez li nexweşxaneyê çav li riya te bûm' û tu nehatî. Ew gotin hîna di hişê min de ye û min diêşîne. Piştî ku ewqas îşkence lê kirin jî ez çûm gel, dest û rûyê wê reş bûn. Pirça wê hatibû kolan. Ma çawa dil dan wisa li te bikin Medyaya min. Ev îşkence li girtîgehên Tirkiyeyê timî heye û berdewam dike. Min li wir nedikarî xwe bigirim. Ew bêhaliya min ne ji bo Medyayê tenê bû ji bo hemû girtiyan bû. Ciwanên me di wir de difetisînin."   'Ji bo girtiyan bû kevokek spî'   Çeçenê wiha dewam kir:"Wê tucar zilm qebûl nekir û li hemberî zilmê jî timî sekna xwe nîşan dida. Ew ji tiştekî neditirsiya ji ber ku dîtibû û jiyan nas kiribû, weke rêhevalên xwe. Di pêvajoya grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin de dawî li jiyana xwe anî. Wê ji bo hemû girtiyan xwe kir kevokek spî û ji bo azadiyê firiya. Bi hêrs û cesareta xwe Medyaya min car din li hemberî bêmafiyê serî rakir."   'Bi hezaran bi milyonan kes ji bo tecrîdê êşê dijîn'   Çeçenê da zanîn ku wê bîra şehadeta Medyayê nedibir û wiha qala wê rojê kir:"Min ji nişka ve dît mêvan hatin mala me. Bi sedan maşînayên cendirmeyê yên zirxî û çeteyan dora mala min girtine. Min got hewar e car din çi bûye, min qet bîra şehadeta Medyayê nebir. Min dît ku lawê min dibêje 'yadê haya te ji tiştekî tune ye Medyayê dawî li jiyana xwe anîye'. Ma kîjan dayik wê bikaribe xwe li ber vê êşê qayîm bigire. Lê Medyayê di ber heqiyê de ji bo demokrasiyê dawî li jiyana xwe anî bila herkes vê zanibe. Ji bo dawî li tecrîdê were. Ji min re zor e lê niha bi hezaran dayik car din heman êşê dikişînin. Bi hezaran bi milyonan kes ji bo tecrîdê êşê dijîn."   'Ji bo dayik dîsa êşê nejîn divê em yek bin, li dijî tecrîdê bin'   Çeçenê gotinên xwe yên dawî bi vî rengî dike: "Bila tu dayikên din vê êşê nekişînin. Ji bo nejîn jî divê em yek bin û li hemberî tecrîdê bin.  Divê doza Medyayê li erdê nemîne. Bi hezaran girtî cardin di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em çalakiya wan jî silav dikin."