Rojnameger tevî giştînameya EGM’ê wê li kolanê bin 2021-05-09 09:04:37     Oznur Deger    ENQERE - Rojnamegerên jin bertek nîşanî giştînameya ku hatî weşandin dan û gotin: "Giştîname li dijhiqûqiye, binpêkirina mafê girtin û dayîna nûçeyane. Lê divê bê zanîn ku tevî her tiştî dê li kolanê bin."   Li hemberî muxalîf û rêxistinên demokratîk êriş û zextên desthilatdariyê her roja ku derbas dibe zêde dibin. Kedkarên çapemeniyê ku şîdeta polîs û dewletê dikin belge, dikşînin jî bi zext û sansurê re rûbirû dimînin. Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê Tirkiye di nava 180 welatan de, di rêza 153’yan de cih digire û her wiha 70 rojnameger jî niha girtî ne. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFGD), di 4 mehên ewil ên salê de 25 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin û her wiha derbarê 22 rojnameger de jî cezayê 67 sal, 10 meh û 28 roj ceza hat dayîn.    Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Ceylan Şahînlî û nûçegîhana Arti Gerçek Seda Taşkin di çalakiyên 1’ê Gulanê de dema ku dîmen dikşandin, ji aliyê polîsan hatin binçavkirin. Rojnamegeran derbarê giştînameya hatiye weşandin de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Em çapemeniya azad in’   Rojnamegera MA Ceylan Şahînlî di 1’ê Gulanê de li taxa Tuzluçayir a Mamakê dema çalakiya 1’ê Gulanê dikşand hat binaçavkirin û destnîşan kir ku piştî giştîname hatiye weşandin, ji ber dîmen kişandiye bi zor hatiye binçavkirin û wiha got: “Piştî ez li wesayîtê siwarkirim li nasnama min a çapemeniyê mêze kirin û ez hatim binçavkirin. Karker ji bo mafên xwe li kolanan bûn. Ev mafê wan e. Welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakiyê. Welatiyên dîmen kêşandin jî bi zexta polîsan re rûbirû man. Di Roja Ked û Piştevaniyê ya 1’ê Gulanê de keda min nasnameya min ya rojnamegeriya min tune hat hesibandin. Her carê qerta turkuaz dipirsin."   ‘Giştîname ji bo mudaxaleya polîsan bû hincet’   Ceylan, destnîşan kir ku ji bo polîsan giştîname bû hincet û wiha axivî: “Polîsê Enqereyê berê jî wisa bûn. Min li wir ne kes, bûyera cemawerî dikşand. Polîs li wir xebatek cemawerî dike. Ez jî li wir peywira cemawerî dikim. Ez daneyên wan yên şexsî parve nakim. Divê ew jî li gor hiqûqê tevbigerin. Ez wek xebatkara çapemeniyê li wir im. Em jî di qada cemawerî de xizmetê dikin. Bila daneyên şexsî nekin hincet. Ji berê de me asteng dikin. Lê niha ev giştîname ji bo mudaxaleya polîsan bû hincet. Di daxuyaniyan de mirov ne tenê bin baş e. Hebûna gelek rojnamegeran êrîşa polîsan kêm dike. Li wir rojnamegerek bi awayekî wê bikşîne. Dema rojnamegerekî bigirin yê din dikare vê bikşîne. Ji ber vê jî ditirsin. Tişta herî girîng piştevaniye. Divê hemû rojnameger li kolanê îradeya xwe nîşan bidin. Em ê her tim li kolanê bin. Em ê bibin dengê gel."    ‘Binpêkirina jiyana taybet’ zilmê zêde dike   Nûçegîhana Arti Gerçek Seda Taşkin jî balkişand ser giştînameyê û got di giştînameyê de hincetên wekê ‘binpêkirina veşariya jiyana taybet’ û ‘li pêş pêkanîna peywirê astengî’ cih girin. Sedayê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li şûna ku divê polîs welatiyan ji îşkencê biparêze, hewl dide vê veşêre. Îşkence û pêkanînên nebaş li ber çavan pêk tên. Bi giştînameyeke wisa, em hemû texmîn dikin ku wê çi bibe. Di vir de tişta jê re dibêjin ‘binpêkirina jiyana taybet’ di esasê cezaretê dide zilmê. Ev giştîname wê zilê zextê zêde bike. Ev darbeyek mezin li dijî girtina mafê nûçeyane.”   ‘Her kes xwedî mafê azadiya fikr û ramanê ye’   Sedayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ne kişandina wêne û vîdeoyan, divê yên zilmê li gel dikin bê astengkirin û tedbîr bên girtin û wiha bi lêv kir: “Giştîname tê wateya binpêkirina destûra bingehîn. Astengkirina rojnamegeran tê wateya binpêkirina azadiya fikr û ramanê. Tu aliyê kanûnî yê vê tune. Fêde heye ku xala 10’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bê bibîrxistin. Her kes xwedî mafê azadiya fikr û ramanê ye. Di xala 10’emîn a Peymanê de tê gotin ku ‘çapemenî azade, nikare bê astengkirin, sansurkirin'. Ji ber vê jî tu aliyê hiqûqî û derbasbûna giştînameyê tune. Em ê mafên xwe yên girtina nûçeyan bidomînin.”