Salîha Aydenîz û jinên HDP’yî serdana dayikan kirin 2021-05-08 16:31:02   RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û parlamenterên HDP’yî, serdana Emine Şenyaşar a bi daxwaza “edaletê” çalakiya rûniştinê pêk tîne û dayika berdevka TJA’yê Ayşe Gokan kirin û Roja Dayikan pîroz kirin.     Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratik (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Eyşe Surucu û Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Rihayê Çigdem Karakeçîlî ji bo Roja Dayikan serdana Emine Şenyaşar a ev 61 roj in bi daxwaza “Edaletê” li ber deriyê Edliyê ya Rihayê çalakiya rûniştinê pêk tîne û Lutfiye Gokkan a Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan kirin. Di serdanê de laçika spî û qûrnefîla spî dan Emîne û Lutfiyeyê û Roja Dayikan li wan pîroz kirin.   ‘Dayik li edaletê digerin’   Berdevka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di serdanê de axivî û anî ziman ku bi sedema şewba koronayê, heyeta wan ne qelebalix e. Meralê di axaftina xwe de wiha got: “Em têkoşina malbata Şenyaşar ji nêz ve dişopînin. Îro roja dayikan e û em dizanin ku êşa te çiqas te diêşene. Îro çavên sedan dayikan bi hêstir in. Dayik li edaletê digerin. Rengê hêstirên dayikan tune ne.”      'Tu ne bi tenê yî'   Salîha Aydenîz jî diyar kir ku dayik hemû jiyanek wekhev dixwazin û  wiha dom kir: “Wan roja me li me kirin dojeh. Daxwaza dayikên me ya edaletê di cîhanê de mînak e. Agahiya cîhanê ji vê zilmê heye. Tu ne bi tenê yî. Em li gel tenê.”   Kure Emîneyê Ferît Şenyaşar anî ziman ku piştgirî wan zindî dihêle.  Di serdanê de Emîneyê roja dayikan ên borî bi bîr anî û hestirên çavên wê barî.   Heyet piştrê çû serdana Lutfiye Gokkan a diya Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li gundê Kulunçê dimîne.