Leyla Guven ji bo Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand 2021-05-08 15:11:43   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar a ku bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye name şand. Leylayê di nameyê de got: “Kujerên zarokên te bê guman wê hesap bidin.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Colemergê Leyla Guven a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê girtin ji bo Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re bi rêya keça xwe Sabiha Temizkan, nameyek şand. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24'ê hezîrana 2018'an de beriya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û kurê xwe Ferit Şenyaşar bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştine dikin. Nameya tevahî ya Leylayê wiha ye:   “Dayika dilçeleng   Te zarokên xwe li deşta Pirsusê anîbû dinê. Bi hezar hewldana te zarokên xwe mezin kir. Tu qet nefikirî ku rojekê dê tabûtên kurên tê li rex hev rêz bibin. Ji ber ku ev mirinek dijberî herikandina xwezayî ya jiyanê bû. Lê belê tê wan bi çîroka Brahîm ku li hember zilma Nemrûd li ber xwe dida mezin kir. Te ew bi hişmendiya nirxên xwe yên bingehîn a mirovbûnê mezin kirin.   Dayika Emineyê. Dema careke din min xwest ez ji te re binivîsim, min zanî ku tu peyv tune êşa te bîne ziman. Dayika Cizirî Esmer  destê xwe danî ser tabûtên kurê xwe Mehmet Tunç û Orhan Tunç bang li zilmkara kiribû. Sakîne Arat a 5 zarokên xwe di vê têkoşînê de winda kiribû êşa xwe xist dilê xwe û têdikoşiya. Her kes dengê te, hewara dilê te dibihîze. Yên ku dibêjin em nabihîzin, ew êşa te înkar dikin. Daxwaza te ya edaletê pîroz û rewa ye. Em dizanin ku li vî welatî yê Kurdêkî bikuje dê bê ceza bimînin. Kujer hêza xwe ji vir digirin.   Bi salan in em dibêjin ji bo dayika diyariya herî girîng aştî, aramî û jiyanek bi azadî ye. Heta daxwazên Dayikên Şemiyê neyên cîh peyamên we yên Roja Dayika sixte ne û ji bo me tu wateyê nadin.   Tu dilê xwe pak bigire dayika Emîneyê, dê ev rojên heyî wê derbas bibin. Yên ku zarokên we qetil kirine dê hesab bidin. Tu jî dizanî ku di dîrokê de heya niha tu heqîqet di tarîtiyê de nemaye. Ji ber ku heqîqet wek rojê ye, îlleh wê derkeve holê. Em soz didin te û hemû dayikan, Em li hundir û ji derve jî em têbikoşin ku em layiqê we bin. Em ê aştiyêk bi rûmet ji we re bînin.   Dayika Emîne, slavên hemû hevalên me yên Girtîgeha Xarpêtê dimînin hene. Em ji dilê te yê bi êş maç dikin.   Slav û rêz. "