Tevî îdiayan dozgeriyê lêpirsîn dest pê nekir û biryara xwe parast 2021-05-08 14:47:29   XARPÊT - Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, têkildarî îdiayên li ser rojnameger Yeldana Kaharman daxuyanî da. Tevî îdiayan dozgeriyê lêpirsîn dest pê nekir û biryara xwe parast.   Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî Sedat Peker ku beriya demekê ji Tirkiyeyê veqetiyabû, derbarê rojnameger Yeldana Kaharman ku di 28’ê adara 2019’an de rojek piştî ku çûbû mala Parlamenterê AKP’ê Tolga Agar bi awayekî guman mirî hatibû dîtin de axivî. Sedat Peker, bavê parlamenter Agar Wezîrê berê yê Karên Hundir Mehmet Agar ji mirina Yeldana Kaharman berpirsyar girt. Di vê pêvajoya ku van daxuyaniya Sedat Peker tên nîqaşkirin de Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, têkildarî mijarê daxuyanî da.   Serdozgeriyê, biryara xwe ya beriya niha a derbarê bûyerê de dabû parast û angaşt kir ku rojnamegera Kazakistanî Yeldana Kaharman xwe darve kiriye û nehatiye tespîtkirin ku kê alîkariya wê kiriye û wê teşwîqî darvekirinê kiriye.     Çi bûbû?   Di 28’ê adara 2019’an de Yeldana Kaharman (21) ku di pola duyemîn a Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê de dixwend û pêşkêşvaniya televîzyoneke herêmî ya Xarpêtê dikir, li mala xwe mirî hatibû dîtin. Li laşê Kaharman şop nehatibûn tespîtkirin û hatibû angaştkirin ku întihar kiriye. Tê gotin ku beriya mirina wê tecawizî Yeldana Kaharman hatiye kirin. Parlamenterê AKP’ê Tolga Agar bavê xwe Mehmet Agar ji tecawiz û întiharkirina Yeldana tên sûcdarkirin.