Di roja 61'ê ya nobeta 'edaletê de': Ji bo her kesî edalet 2021-05-08 11:36:48   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirine wiha gotin:"Em ji bo her kesê wekî me têkoşîna heqiyê didin edaletê dixwazin."   Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê hezîrana 2018'an de beriya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 61'ê de didome. Lê ji ber qedexeya derketina derve malbat çalakiya xwe li malê didomîne.    Malbat ji 30'yê Nîsanê heta niha ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe li malê didomîne.    'Roj roja piştevaniyê ye'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parve kir:"Em ji bo Misra Oz, Rabia Naz, Ali Îsmail Korkmaz, Nadira Kadirova, Malbata Îzol û gelek kesên din ên me navê wan neaniye ziman ên têkoşîna heqiyê didin 'edaletê' dixwazin. Roj roja piştevaniyê ye."