ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-08 09:00:00   *Muteber Gumuş di roja dayikan de yekane daxwaza wê ev e ku xwe bigihîne cenazeyê keça xwe ya ku 26 sale nayê dîtin. Muteberê wiha vegot: “Ji miriyên me jî ditirsin. Bi van pêkanînan heqeretê li me dikin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê dest jê bernedim.” BI DÎMEN   * WAN - Fehîme Anka bi germbûna hewayê re dest bi çandiniyê kir. Li baxçeya xwe gelek cureyên zebzeyan diçînê, Fehîme ligel ewqas zehmetiyan hez karê xwe dike. BI DÎMEN     *Şaredariya Silopiyê di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinê de, ji bo piştgiriya gelê xwe bike di çarçoveya projeya  “Hêvî" de Dikana Piştevaniyê vekir. Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku ji bo ji gelê xwe re bibin hêvî ev proje dane destpêkirin û: “Em bi vê projeyê di xwazin di navbera şêniyên navçeyê de bibin pira.” BI DÎMEN   * Bi hinceta li dijî belavbûna vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Welatî ligel qeyrana aborî, xizanî û betaliyê neçar man ku li malê bin. Li malê mayîn jî bêtir bandora neyînî li ser jinan kir. Ji bo jinan dem nîne ku bêhna xwe vedin. BI DÎMEN    *Gulîzar Uçan ji ber polîtîkayên şerê taybet gundê xwe terk kiribû, ji nûve vegeriya gundê xwe û xwedî li çand, xweza û zimanê xwe dertê. Gulîzar bi karê mêşvaniyê piştgiriyê dide avakirina gundê xwe. BI DÎMEN