Dayikên nikarin zarokên xwe hembêz bikin: Ev roj ji bo me bê wate ye 2021-05-07 09:01:10   Sema Çaglak - Şehrîban Aslan    AMED - Ji bo dayikên kurd li cihekî şer, bêadeletî, bêwijdanî û bêhiqûqî hebe li vir dê çawa Roja Dayikan bê pêşwazî kirin? Dayika Rozerîn Çukur Fahriye Çukur û dayika Helîn Şen Nazli Şen, wekî bi hezaran dayikên kurd dil şewat in. Her du dayik, diyar kirin ku ji bo zarokên xwe û zarokên kurd dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.     têkane rê têkoşîn e Her du dayik pêkanîna edaletê dê dilê wan rihet bibe    Roja Dayikan li tevahiya cîhanê tê peşwazîkirin. Li cihên ku şer û pevçûn heye ev roj ji bo dayikan ne ewqas pîroz e. Ev rewş ji bo dayikên kurd jî derbas dar e. Dayikên ku parçeyekê xwe di şerê de windakirine, an jî heta dawiya emrê xwe çavên wan li ber bace û deriyan li benda vegera zarokan mane ev roj ji bo wan bi êş e. Yek jî wan dayikan dayika Rozerîn Çukur Fahriye Çukur û dayika Helîn Şen Nazli Şen e. Fahriye û Nazli derbarê Roja Dayikan de ji ajansa me re axifîn.    ‘Ez nikarim vê êşê pênase bikim’   Rozerîn Çukur a 17 salî di 8'ê çileyê ya 2016'an li Sûrê hat qetilkirin. Cenazeyê Rozerînê 6 meh şûnde radestî malbata wê hat kirin. Dayika wê Fahriye wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Êşa min wek roja ewilî ye. Ez nikarim vê êşê pênase bikim. Hê jî dibêjim qey ew ê ji cihekê derkeve. Ez dizanim ku êdî nayê lê nikarim vê tiştê qebûl bikim. Gava qala Rozerînê tê kirin kezeba min dişewite. Kuştin têr nekir bi mehan cenaze nedan me. Tu heqê kesê tune ye ku zilm û êşek wisa li me bike. Gelek malbat hene ku hêj cenazeyên zarokên xwe nedîtine. Ciwanên ku goristana bêkesan hatine defin kirin hene. Li tu deverên cîhanê bêwîjdaniyeke wisa nîne."    'Gelek tişt hînê min kir'    Fahriye destnîşan kir ku bêyî Rozerînê 5 sal in roja dayikan derbas kiriye û got: “Rozerîna min gelek mirovek bi wijdan û dilrehm bû. Gelek tişt hînê min kir. Di heman demê de mamosteya min bû. Nedihişt tu kes ji min re gotinek bibêje. Pêşengtî dikir. Gava roja dayikan dihat her tim ji bo min bernameyek li dar dixist. Her sal di wê rojê de pereyên xwe kom dikir û diyariyek dikirî. Her wiha helbest dinivisî û ji min re dixwend. Gava helbestan dixwend em gelek hêstiyar dibûn. Di hemû helbestên xwe de cih dida zarok û dayikan. Di helbesta xwe ya dawîn de ji min re wiha gotibû 'Tu ji bo min gelek bi qîmet î. Başe ku tu dayika min î û roja te ji dil û can pîroz dikim'..."   ‘Gelek zarok hatin kuştin'    Fahriye, da zanîn ku gelek dayik bi hesreta zarokên xwe diêşin û wiha bi lêv kir: “Belê min Rozerîna xwe winda kir lê gelek zarokên wek cewher jî hatin winda kirin. Her zarokên ku hay ji xwe ne ji bo min wek Rozerîn e. Rozerîn hêvî dida derdora xwe. Tim bi moral bû. Lê Rozerîn di temenê biçûk de hat kuştin. Ne tenê ez, gelek dayik jî wekî min e û ji bo hemû zarokan kezeba wan dişewite. Ew dayik bi ked û zehmetiyan zarokên xwe mezin dikin. Ew çi wîjdan e. Ev çi bêedaletî ye.”     ‘Em ê şopdarê dozê bin'    Dayika Helîn Şen, Nazli Şen jî diyar kir heta ku edalet bê cih û kujer bêne darizandin wê li ber xwe bide û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Keça min 12 salî bû û li Sûre hat qetilkirin. Keça min hedef girtin. Kujerên wê jî aşkere ne. Lê tevî van yekan nayên darizandin. 4 sal şûnde doz vebû. Em vê nêzikatiyê qebûl nakin. Çi heqê wan heye ku zilmê li me dikin. Lê heta ku emrê me hebe em ê ser dozê bisekinin. Keça min ji bo nan bistîne derket derve û hat kuştin. Kezeba min şewitandin. Em dayik heta ku ji me bê em dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin. Em ê nehêlin ku xwîna tu mesûman li erdê bimîne."   ‘Bêyî Helîn ez xwe nîvco hîs dikim’   Nazli, destnîşan kir ku ji Roja Dayikan re çend roj ma û wiha got: "Helîn tu carî Roja Dayikan ji bîr nedikir. Wê rojê zû şiyar dibû û diyariyek digirt. Min hembêz dikir wisa dilê min geş dikir. Lê niha Helîna min tune ye. Gava dibe Roja Dayikan ez gelek diêşim. Xwe nîvco û gelek nexweş hîs dikim. Gava mijar dibe Hêlîn hêstirê min nasekine û ez nikarim biaxivim."