ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-07 09:00:00   * Ji bo dayikên kurd li cihekî şer, bêadeletî, bêwijdanî û bêhiqûqî hebe li vir dê çawa Roja Dayikan bê pêşwazî kirin? Dayika Rozerîn Çukur Fahriye Çukur û dayika Helîn Şen Nazli Şen, wekî bi hezaran dayikên kurd dil şewat in. Her du dayik, diyar kirin ku ji bo zarokên xwe û zarokên kurd dê têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN    *Modernîteya Demokratîk, hem şoreş û entelektuelên dema şaristanî û hem jî di esasê bingeha ku taybetiyên, derketinên entelektuel û zanistî de neçar e şoreşê bike. Di pêkhatina şoreşeke zanistî ya wisa de, zanista xwe dispêre jinê, xebatên zanistê, dikare rolên girîng bilîze. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Qenala Şamranê ya Wanê ku bi dîroka xwe tê zanîn, ji ber bermahiyan veguheriye sergo. Bi germahiya hewayê re bîhna wê li her derê belav bû û ji ber zarok di qenalê de soberiyê dikin jî bi pirsgirêkên tenduristiyê re tên rû hev. Welatiyan bertek nîşanê DSÎ'yê dan. BI DÎMEN    *Yek ji bajarên ku xizanî lê gelek zêde ye Amed e. Jinên Amedê diyar kirin ku ew alîkariya dewletê naxwazin, ew kar û mafên xwe dixwazin. BI DÎMEN   *Ceyda Yuksel ji aliyê mêrê bi navê Serkan Dîndar ve hatibû qetilkirin. Dayika Ceydayê, Fîlîz Demîral ku ji bo keça xwe lêgerîna edaletê didomîne, diyar kir ku heta gumanbar cezayê heq dike negire wê têkoşîna xwe bidome û wiha got: “Min soz daye keça xwe ku wê edalet pêk bê. Li aliyekî têkoşîna edaletê didin û li aliyê din jî di şevekê de Peymana Stenbolê tê feshkirin. Em dayik neçar man li kolan û çapemeniya civakî li edaletê bigerin.” BI DÎMEN