HDP’ê dê bi çalakiyan xwedî li Peymana Stenbolê derkeve 2021-05-06 16:40:35     ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, wê di 11'ê gulan de roja Peymana Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin de, li her qadên ku lê ne dê daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 11'ê gulanê roja ku Peymana Stenbolê ji îmzeyê hat vekirin de, di nava hin xebatan de ye. Meclîsa Jinan a derbarê 11’ê gulanê de plana hin çalakiyan dike, wê ji xeynî daxuyaniyên li Amed û Stenbolê, li ser medya civakî jî têkildarî peyamê parvekirinan bike. HDP ya ku li Amedê bi tevlîbûna Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran û parlementerên jin daxuyaniyê bide wê di heman rojê de bi tevlîbûna parlementerên jin li Stenbolê jî daxuyaniyê bide.    Endamên Meclîsa Jinan wê têkildarî Peymana Stenbolê li her cihê ku lê ne,  pankartan bi şaneşîn, pace û kolanan vebikin. Li aliyê din vîdeoyên ku têkildarî Peymana Stenbolê amade bikin, wê li ser hesabên medya civakî bên parvekirin.