Ji mirina Yeldana Kaharman Mehmet Agar berpirs hat dîtin 2021-05-06 15:13:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî Sedat Peker têkildarî mirina bi guman a Rojnameger Yeldana Kaharman a li Xarpêtê Wezîrê Karê Hundur ê berê, Mehmet Agar berpirs dît. Sedat Peker têkildarî Mehmet Agar de gotina "Serokê Dewleta Kûr" bi kar anî.    Sedat Peker ku ji aliyên Miduriyeta Polisan a Stenbolê ve weke “Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî” lê tê gerîn û beriya demekê ji Tirkiyeyê veqetiyabû, li ser Youtubeyê duyemîn dîmen weşand. Sedat, di dîmen de derbarê Rojnameger Yeldana Kaharman ku di sala 2019’an de piştî ku çûbû mala Parlamenterê AKP’ê yê Xarpêtê Tolga Agar rojek şûnde  mirî hatibû dîtin de agahiyên balkêş ragihand.    Sedat, got ku heke tiştên dibêje derew derkevin dê tiliyeke xwe jêbike û ev tişt gotin: “Rojek keçikokek diçe cem cendirmeyan û dibêje ku dest dirêjî wê hatiye kirin. 18 salî ye. Keçikok gilî dike û piştre bavê (Mehmet Agar) vî hevalî bi helikopterê tê wî digire. Keç rojek şûnde mirî tê dîtin. Çi qas balkêş û bi êş e ne wisa? Me got em ê ji bo keça xwe dinyayê bişewitînin lê li wir bêkesek dimire û herkes jî dizane. Lê kes dengê xwe nake. Ka li ku der in saziyên jinan? We tenê yekê jî dît ku ji bo vê bûyerê çalakî li dar xistin? Serokê dewleta kûr e. Çi bixwaze weke wî dibe. Niha jî kûrtir bû.”