CFWIJ: 7 rojnamevan hatin kuştin 2021-05-06 14:17:55     NAVENDA NÛÇEYAN - CFWIJ rapora xwe ya binpêkirina mafê rojnamevanên jin a 4 mehan weşand. Li gorî raporê di cîhanê de 7 rojnamevanên jin hatin qetilkirin. Her wiha Tirkiye di warê binpêkirinên mafên li dijî rojnamevanên jin de di rêza yekem de ye.   Di Rojanamevaniyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamevanên jin a 4 mehan weşand. CFWIJ bal kişand ser gef, êrîş û destdirejiya ku rojanemavanên jin pê rû bi rû dimînin. CFWIJ danehevên 4 mehan di raporê de parve kir.   Li ser 51 rojnamevanan êrîş pêk hat     Li gorî danehevên CFWIJ'ê di meha nîsanê de êrîş li 51 jinan hatiye kirin, her wiha gef an jî destdirejî li wan hatiye kirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) de rojnamevanek jin hat qetilkirin û hat diyarkirin ku binpêkirinên mafên rojnamevanên jin herî zêde li welatên Tirkiye, ABD û Rûsyayê pêk tên.   Tirkiye di rêza yekem de ye   Tirkiye ji ber tundî, gef û destdirêjiya li ser rojanavenên jin di raporê de di rêza yekem de cîh girtî ye. Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê 21 jin bi êrîşa fîzîkî re rû bi bû mane, di meha dawiyê de 8 jinên rojnamevan hatine darizandin.