'Bi betalkirina Peymana Stenbolê aramiya civakê xirab dikin' 2021-05-06 09:01:08   Medya Uren   MÊRDÎN - Derya Dal û Yekta  Zangirti têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê berteka xwe nîşan dan û bi lêv kirin ku di betalkirinê de armanc xirakirina aramiya civakê ye û wiha gotin:"Heta ew peyman dubare nekeve meriyetê em ê li qadan bin  û mafê xwe biparêzin."   Tirkiye ji Peymana Stenbolê ku ji bo jinan pir girîng e vekişiya û li hemberî vekişandinê bertekên jinan bi daxuyanî, çalakî, şermezarkirinê dewam dike. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û di heman demê de Hevseroka navçeya Qoserê ya HDP’ê Yekta Zangirti û endama Platforma Jinan a Şahmaranê Derya Dal têkildarî biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê ji ajansa me re axivîn.   'Her roj 3 jin tên qetilkirin'   Yekta Zangirti di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan û wiha got: "Polîtîkayên êrişên taybet ên li ser herêma me û rêvebertiya zayendperest û nîjadperest a li tirkiyeyê jixwe aramiya civakê xira dike. Em dibînin her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin û bi sedan bûyerên destdirêjî û tecawizê pêk tên. Li cihê ku li pêşiya van bûyeran bibin asteng jê e dibin rêvekir. Li dijî astengkirinê qetilkar û tacawizker tên xelatkirin. Xelata wan a herî mezin jî betalkirina Peymana Stenbolê bû. Divê peyman ketiba meriyetê. Encex bi vî rengî wê pêşî li komkujiyan hatiban girtin."   'Dijminatiya jinan tê kirin'   Yekta bertekên xwe yên li dijî betalkirina peymanê wiha vedibêje: "Peyman li dijî tundiyên nav malbatî û civakî sîperek bû. Dixwazin van sîperan hilweşînin û jinê bê war bihêlin. Ango peyman di nava rojekê de nehatiye qezenckirin. Ew di encama têkoşîn û xwîna jinan de hat bidestxistin. Îqtidara AKP’ê û MHP’ê di şevekê de xwe pişt ve kişand. Ev biryar demek dirêj bû dihat nîqaşkirin. Ev raste rast dijminatiya jinan û bêtehemuliya li hember destkeftiyên me bû. Çiqas me zor bi dest xistibe ew qas hêsan jî bernadin. Bi betalkirinê re tiştek nayê guhertin. Bê guman em ê têbikoşin û li dijî van êrişan sekna xwe nîşan bidin."   'Em ê li qadan bin'   Derya Dal jî Peymana Stebolê û betalkirina wê bi bîr anî û got: "Bi piştvekişîna ji peymanê re rê li ber tundî, tecawiz û destdirêjiya di nava malê de hat vekirin. Li ser hemû erdnîgariyan pirsgirêka jinê heman e û peyman jî mafê hemû jinan e. Her dewlet neçare ku vî mafê jinan bixe meriyetê. Jin dev ji mafê xwe bernadin. Peyman ji bo me jin, zarok û LGBT' yîyan zagonek a parastiyê ye. Em ê Peymana Stenbolê bixin meriyetê û heta em vê yekê nekin jî em ê li qadan bin û têbikoşin."   'Jin di metirsiyê de ne'   Deryayê bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha berdewam kir: "Tê zanîn bi pandemiyê re malên ku herî zêde tundî li jinê tê kirin bûn dojeha wan. Jin bi mêrê ku tundiyê lê dike di nava çar dîwaran de tê girtin. Jiyana bi hezaran jinan weke vê di metirsiyê de ye. Ango di pêvajoyek ku xelat ji qetilkeran re tê dayîn de ev metirsiya herî mezin e.  Jin ne di ewlehiyê de ne. Jin bi qetilkaran re di heman cihî de ji aliyê dewletê ve tenê tê girtin. Ev cinayetek bi destê dewletê pêk hatiyî. Bi polîtîkayên bêcezatiyê û feshkirina Peymana Stenbolê re dijminatiya xwe eşkere dibêjin. Lê jin qet ji qadan venakşin. Em ê ji bo mafê xwe û nasnameya xwe ya zayendî li vir bin. Heta em peymanê nexin meriyetê em ê bi cihekî ve neçin."