Weşana ajansa me û Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin 2021-05-05 16:35:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Weşana ajansa me û Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin.    Navnîşana me "jinnews24.xyz" û "jinnews25.xyz" û navnîşana Ajansa Mezopotamyayê "mezopotamyaajansi34.com” carek din hatin astengkirin.    Herî dawiyê di 30'ê nîsanê de ji hêla 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ve weşana ajansa me hatibû astengkirin. Îro jî bi biryara 1'emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê navnîşana me “jinnews24.xyz” û her wiha di 3'yê gulanê de jî bi biryara 4'emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê navnîşana me “jinnews25.xyz” hat astengkirin. Di nava 15 rojan de 6 caran weşana ajansa me hat astengkirin.    Her wiha ji hêla 1'emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ve navnîşana “mezopotamyaajansi34.com” hat astengkirin.