‘Zemîna peymana Enqereyê amade dikin’ 2021-05-05 09:04:13   ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku wê şopdarê Komîsyona Lêkolîna Şîdeta li Hember Jinê ya TBMM’ê ya li Meclîsê hatiye avakirin bin û wiha gotin: “Em vê komîsyonê wek zemîna Peymana Enqereyê dibînin. Di bin navê Peymana Enqereyê de, wê qaşo mafê jinan pêk bînin.”    Di 9’ê Adarê de li Lijneya Giştî ya TBMM’ê bi armanca ‘ sedemên şîdeta li ser jinê bên lêkolînkirin, tedbîrên pêwist bên diyarkirin’ avakirina komîsyona lêkolîna meclîsê hat qebûlkirin. Komîsyon wê ewil 3 mehan peywirê bike. Komîsyon ji 19 endamî pêk tê û ji 10 parlamenterên AKP’ê pêk tê. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku  desthilatdariya ku Peymana Stenbolê pêk neaniye û fesh kiriye, bi pêngavên din hewl didin Peymana Enqereyê ya ku ew dixwazin derxînin û rêbazên xwe bidin ferzkirin.   ‘Komîsyon çareseriyan pêk nayne’   Ji Piştevaniya Jinan a Nar Nazlican Ozdemîr diyar kir ku li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan birîneke girane û got di 2009’an de komîsyona wekheviyê hatiye avakirin lê mixabin ji bo jinan tu çareserî pêk neaniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev komîsyon çareseriyê pêk naynin. Niha komîsyona hatiye avakirin jî wê şîdetê lêkolîn neke. Ger ku bi rastî dixwazin di vê mijarê de lêkolînê bikin, dikarin tenê jinê diçin Dadgeha Destura Bingehîn û dozên ku hewl didin bibin, lê nikarin bibin, lêkolîn bikin. Wisa hewce bi lêkolînên mezin jî nake. Bila tenê li dînamîka civakê binêrin. Bi rastî parlamenterên ku vê bikin hene. Lê ev bi komîsyonake ku bi destê AKP-MHP’ê hatiye avakirin nikare bê çareserkirin.”   ‘Ji bo hêrsa civakê bitemirînin ev komîsyon ava kirin’   Nazlicanê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Fikra ku Peymana Stenbolê fesh kir, qanûna hejmar 6284 qet pêk nayne, wê şîdeta li hember jinê jî lêkolîn neke û tu jin jî bawer nake ku ev bê lêkolînkirin.  AKP’ê ji ber hêrsa civakê  ev komîsyon ava kir. Dema ku agahiya feshkirina peymanê hat, li vî wlatî jin ranezan û  ji her alî bertek hatin nîşandan.Piştî feshkirina peymanê ev komîsyon ava kirin. Dixwazin bi navê Peymana Enqereyê, peymanekê derxin. Ji bo hinek be jî hêrsa civakê bitemirînin ev komîsyon hat avakirin.”   ‘Keda parlamenterên HDP-CHP’ê tê tunekirin’   Nazlicanê destnîşan kir ku wê keda ku parlamenterên HDP û CHP’ê di komîsyonê de bidin jî tune bê hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo tiştên ku dixwazin rewa bikin ev komîsyon ava kirine. Keda ku parlamenterên HDP-CHP’ê didin jî ji ber nêzîkatiyên AKP,MHP’ê beramberê xwe nagire. Pêşnûmeyên ku HDP û CHP der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê tînin jî, tên redkirin û ji ber vê jî xebatên wan tên tunekirin. Bi vê komîsyonê hewl didin peymana Enqereyê derxînin û naveroka wê fiyasko ye.”   ‘Dema avakirina komîsyonê balkêş e’   Endama Komîsyona Piştevaniya Mor Îpek Karanfîl jî nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt bi lêv kir: “Komîsyonek wisa pêwiste lê em dixwazin ku wek destkeftiya jinan be. Ev komîsyon baweriyê nade. Xebatên kesên wê komîsyonê wê kalîteya komîsyonê diyar bike. Divê komîsyonek wisa heba. Dereng maye. Parlamenterên HDP’ê û rêxistinên jinan daxwaz kiribûn ku komîsyonek lêkolînê bê avakirin. Ji ber vê jî avakirina komîsyonê ya di vê demê de balkêşe. Niha mirov dinêrin ev komîsyon di alî pêşîgirtina şîdeta li hember jinan de têr nake. Pêngavên ku divê berê bihata avêtin, nehatine avêtin. Mijar ne mijara avakirina komîsyonê ye. Ji bo komîsyon bê avakirin gelek gavên divê bên avêtin hene. Heta ev pêngavên hiqûqî neyên avêtin, avakirina vê komîsyonê jî zêde ne watedare. Ger ku  niyeta wan ya pêşîgirtina li şîdetê hebûna, tiştên hîn bêtir hêsan hebûn.”   ‘Ger bixesta şîdetê asteng bikn dê peyman pêk bianiya'   Îpekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piraniya kesên di komîsyonê de, parlamenterên AKP’ê ne. Mirov daxuyaniyên partiya wan ya der barê şîdeta li ser jinê de dizanin.  Rewakirina şîdeta li hember jinê, rewakirina pisgirêkên zayenda civakî, di esasê de nîşan dide ku niyeteke wan ya astengkirina şîdetê tune ye. Li aliyekî Peymana Stenbolê tê rakirin li aliyê din jî komîsyon tê avakirin. Ev jî bi armanca ku hêrsê kêm bikin wisa kirin. Ger ku bixwestibana pêşî li şîdetê bigirin wê peyman pêk bianiyana.Em tevgera jinê û piştevaniya mor wê şopdarê komîsyonê bin.  Li cihê ku hewce bi têkoşînê hebe em ê têbikoşin.”