Ji dayikan peyam: Bila dayik bigihêjin zarokên xwe 2021-05-05 09:03:11   Hîkmet Tunç   WAN - Bi nêzbûna Roja Dayikan dayikên Wanî, bal kişandin ser rewşa heyî û gotin: "Li herêmê operosyonên leşkerî û li girtîgehan jî li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê heye. Ji ber vê sedemê em bi dilekî rihet nikarin Roja Dayikan pêşwazî bikin. Em bang li rayedaran dikin ku bila guh bidin daxwazên girtiyan."   Li cîhanê Roja Dayikan di dîrokên cuda de tê pîrozkirin û li welat jî her sal di hefteya duyem de bi bernameyên cuda tê pîrozkirin. Li herêmê operasyonên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK), pevçûn û her wiha ji ber polîtîkayên şer yên desthilatdariyê bi hezaran dayik hesreta zarokên xwe dikşînin. Li Wanê jinan derbarê roja dayikan de nêrînên xwe anîn ziman.   Hanîfe Koçak, diyar kir ku roja dayikan jî xemgîn derbas dikin û wiha axivî: “Mixabin dayik roja dayikan bi cenazeyên zarokên xwe pêşwazî dikin. Êdî bila ne leşker, ne polîs û ne jî PKK’yî bimrin. NATO çekên xwe difroşin desthilatdariyê û bi van çekan zarokên me tên kuştin. Gelo wê ev şer heta ku derê bidome. Ez bang li cedervenan dikim! Hûn li zarokên xwe li xwişk û birayên xwe dixin? Ev ji bo we şerma mezin e. Roj naçe ku cenaze nayên. Gelo ewqas mirin ne bes e? Evqas cenaze tên, em çawa roja dayikan pîroz bikin. Dilê dayikan bi kul e, çavên wan bi rondik in.”   ‘Ne nimêj ne jî rojiya we qebûl dibe’   Hanîfe, diyar kir ku niha li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîdê hatin destpêkirin îro di roja 160 de ye. Divê ji bo zarokên xwe em dest bidin hev û li ber deriyên girtîgehan bipên. Her kes dizane ku li hemberî Abdullah Ocalan bêhiqûqiyek mezin heye. Ev bê wijdaniye, nikare bê qebûlkirin. Ji bo girtiyan divê em derkevin kolanan. Mixabin em li malên xwe rûniştine. Ne rojî ne jî nimêja me qebûl dibe. Ez bang li hemû dayikan dikim. Em pêşî li vî şerî bigirin.”   ‘Bila Abdullah Ocalan bê berdan’   Songul Abu jî balkişand ser grevên birçîbûnê û got: “Bila deriyên girtîgehan vebin. Em dixwazin ku zext li ser girtiyan rabin. Em tiştek din naxwazin. Jinên kurd pir zilm û zext dîtin. Hemû dayikan êşên mezin kişandine. Ez dixwazim Abdullah Ocalan bê berdan. Bila em jî wek hemû gelan azad bin. Hemû mafê me ji destê me hatiye girtin. Mînak dema ez diçim diçim doktor ji ber nikarim bi zimanê xwe biaxivim, nikarim bersiva doktor jî bidim. Gelek tiştî ji min re dibêje lê ez fêm nakim. Gelek caran ez nexweş ketim lê ji ber vê neçûme nexweşwanê. Ez dixwazim ku di roja dayikan de zarok ligel dayikên xwe be."   ‘Bila hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk bên’   Beybun Koçer di pevçûnên herêmê de zarokê xwe winda kiriye, derbarê girîngiya rojê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Her çar aliyê me pevçûne, mirin e. Dilê me bi kul e. Bila êdî ev şer bidawî be. Bila aştî pêk bê. Ne polîs, ne leşker û ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin tu kes bimre. Bila zextên li ser kurdan bê rakirin. Ez silavê ji girtiyên di grevê de ne dişînim. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin, bila Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”   ‘Bila deriyên girtîgehan vebin’   Hediye Akman jî zarokê xwe di pevçûnan de winda kiriye û wiha bi lêv kir: “Ez roja hemû dayikên ku zarokên wan girtî, zarokên xwe winda kirine û dilê wan bi kul e, pîroz dikim. Em naxwazin dilê tu dayikekê bişewite. Ji xwe gelek şewitiye. Zarokên me hatine parçekirin, cenazeyên wan bi erdê re hatine kaşkirin. Em êdî vê zilmê naxwazin. Bila roja dayikan, hemû zarok ligel dayikên xwe bin. Ez bang li dewletê dikim. Bila deriyên girtîgehan vebin. Hemû dayik bigihêjin zarokên xwe.”