ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-05 09:00:00   *Li Taxa Yalimkoyê ya girêdayî navçeya Artukliyê ye ji ber pirsgirêka rêya xirabûyî zarok jî di nav de gelek welatiyan qeza derbas kirin û birîndar bûn. Xwecihên taxê li dijî şaredariya ku rê çênake bertek nîşan dan û gotin:"Ji bo ewlehiya hemû xwecihên vê taxê pêwîst e demildest dest biavêjin kolanê û çêbikin. Şaredarî berpirsiyar e ku xizmeta gel bike." DÎMEN HEYE   * Jinên li Amedê dijîn bal kişandin ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê tê jiyin û gotin: "Bi pêvajoya pandemiyê re bêtir pirsgirêk kurtir bûn. Polîtîkayên çareseriyê nayên afirandin û bêhiqûqî û bêedaletî li her qadê hatiye pêşxistin. Bi belavkirina kartol û pîvazan jî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin." BI DÎMEN    * WAN - Bi nêzbûna Roja Dayikan dayikên Wanî, bal kişandin ser rewşa heyî û gotin: "Li herêmê operosyonên leşkerî û li girtîgehan jî li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê heye. Ji ber vê sedemê em bi dilekî rihet nikarin Roja Dayikan pêşwazî bikin. Em bang li rayedaran dikin ku bila guh bidin daxwazên girtiyan." BI DÎMEN    *Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku wê şopdarê Komîsyona Lêkolîna Şîdeta li Hember Jinê ya TBMM’ê ya li Meclîsê hatiye avakirin bin û wiha gotin: “Em vê komîsyonê wek zemîna Peymana Enqereyê dibînin. Di bin navê Peymana Enqereyê de, wê qaşo mafê jinan pêk bînin.” BI DÎMEN   *Desthilatdariya ku Peymana Stenbolê fesh kir û gumanbar parast, di vê mehê de bû sedema mirina 17 jinan. Li gorî bîlançoya mehane 12 jinî bi gumana jiyana xwe ji dest dan û 5 jin jî rastî hewldana qetilkirinê hatin, 3 zarok jî hatine qetilkirin.