Li Mexmûrê greva birçîbûnê 138 roj in didome 2021-05-04 17:06:31   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, 138 roj in li wargehê didome. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku heta bighêjin armanca xwe dê berxwedana xwe bidomînin.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya 138 roj in didome.    Tekîldarî çalakiya greva birçîbûnê Neam Cengîz axivî balkişand ser armanca çalakiyê û got: "Em dixwazin serokatî bi awayek fizîkî azad bibe. Em dixwazin xeber ji rêbertiya bigirin. Heya ev dewleta hov nesekine em jî dev ji armanca xwe bernadin. Bi vê mabestê ez silavê xwe ji vir heya Îmrali, heya gerîlayê serê çiya û tevahî zindanê re dişînîm. Ew însanên çeper çeper şer dikin û li berxwe didin ez wan silav dikim.    Hêviya me ew e ku dijmin dê têk biçe û wê berxwedana me bi serkeve. Bangawaziya min ew e ku Gelê Kurd rabin serxwe. Dibêjin em ê em ê PKK’ê têk bibin, ger PKK’ê têk biçe dê her çar perçeyên Kurdistanê jî têk biçe. Bila hikûmeta KDP’ê xwe ne xapîne. Dijmin li başûrê Kurdistanê baregehên xwe ava kiriye. Wê heta Kerkûk, heta Musul jî baregehên xwe çêkiriye, wê dawiyê jî dest bavêje patika Mesut Barzanî jî. Hemû kurd divê rabin serxwe, ji ber ku şerme ji me re. Gerîla ewqas li ber xwe dide. Divê Gelê Kurd serî netewîn e."   Sarya Bulut jî di axaftina xwe de pakrewanên meha gulanê bi bîr anî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Armanca çalakiya me girêdayî pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’. Armanca me azadkirina rêbertiyê ye. Em jî bi wê pêngavê rabûne ser piyan. Jixwe destpêkê ev çalakî li zindanan dest pê kir, piştre jî wek Meclîsa Îştar me pêşengtiya vê çalakiyê kir. Tevahiyê kesên ku dibêjin em kurd in divê rabin serxwe û em rêbertiya xwe azad bikin. Wek tê zanîn li çiyê şerek heye, gerilayên Kurdistanê niha li ber xwe didin. Em dibejin dijmin nikare me tune bike, ji ber ku gerîlayên me li pişt me ye, çiyayê me li pişt me ye. Heya ku em serokê xwe azad nekin, em nasekinin û em ê berxwedana xwe bidomînîn."