'Berxwedana gelê Dêrsimê didome' 2021-05-04 15:40:06     AMED - DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskîkesên ku di Qirkirina Dersimê de hatibûn qetilkirin bi bîr anî û got ku berxwedana gelê Dêrsimê berdewam dike.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî  salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke niviskî da û got, " Li Dersimê jî ku Kurdên Elewî lê dijîn polîtîkayên Komkujiyê dom kirine û 1937'an bi biryara Lijneya Wezîran bi hewldana komkujiyê ya ku dane destpêkirin di 1938'an hatiye biencamkirin.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin,  ''Hate xwestin ku Dersimê bikin 'Tuncelî', li dijî gelê Dersimê ku li dijî van komkujiyan li ber xwe dida îro jî tê xwestin ku gel di komkujiyên nûh re bê derbaskirin. Berxwedêriya gelê Dersimê ji wê rojê û wir ve didome."   Di daxuyaniyê de hate xwestin ku 4'ê Gulana 1938'an weke Roja Terteleyê were qebûlkirin, arşîv werin vekirin, dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe, navê Dersimê lê were vegerandin, ji gelê Dersimê lêborîn were xwestin, lîsteya windayan û zarokên ku ji xwe re kirin zar û zêç were aşkerekirin.  Her wiha cihe gora Seyîd Riza were aşkerekirin, ji bo ziman û baweriya Dersimê azadî hebe û hemû projeyên bendavên Munzurê werin betalkirin.