Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik 2021-05-04 13:23:42     RIHA - 5 zilamên ku li beşa Zanînkirariyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan de dixebitin, tecawizê jina ker kirin. Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.    Zilamên bi navê C.Î., A.Ç, N.A., F.R. û K.Ç. ên temenê wan di nava 30 û 40’î de ku li beşa Zanînkirariyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan dixebitin, tecawize jina ker kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), personel û 4 kesên pê re ku agahiyên ragihandinê yên jina weke nexweş qeyda xwe çêkir, bi hevalên xwe yên mesaiyê re parvekirin û tecawizê lê kirin. Bûyer, piştî ku di 12’yê nîsanê de di nava personelan de niqaş derket, derket holê.    Li gorî agahiyên ku ji personelên nexweşxaneyê hatin bidestxistin, piştî ku bûyer derket holê rêveberiya nexweşxaneyê ewil got ji personelan C.Î., A.Ç. û N.A. bi destûr in, li gel bertekan pişt re ragihan ku derbarê C.Î., A.Ç. û N.A. de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat îdiakirin ku rêveberiya nexweşxaneyê kesên ku tevlî bûyerê bûne diparêze û xwestine C.Î., A.Ç. û N.A. li Nexweşxaneya Tenduristiya Diran û Dev a Karakopruyê peywîrdar bikin.    Li Rihayê di nava salekê de bûyerên tundiya zayendî ku personelên nexweşxaneyê tevlîbûne zêde dibin. Par keçek û dayika wê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubiyeyê dihatin dermankirin rastî êrîşa zayendî ya 2 peywîrdarên ewlehiyê hatibûn û piştî ku bûyer hat bihîstin, her du kes li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan hatibûn peywîrdarkirin.    Personelê serbijîşktiya nexweşxaneyê ku me xwe gihandê diyar kir ku têkildarî bûyerê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr lêpirsîn daye destpêkirin, nikare agahiyê parve bike û arasteyî Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar kir. Rayedarê Miduriyeta Tenduristiyê yê Bajar jî diyar kir ku lêpirsîn didome û nikare bi çapemeniyê re agahiyan parve bike. Rayedarê ku lêpirsîn piştrast kir, agahiya di encama lêpirsînê de kes haitye dûr xistin an na parve nekir. Rayedar, ragihand ku piştî lêpirsîn bi encam bû wê Miduriyeta Tenduristiya Bajêr daxuyaniyê bide.