Li dijî hişbirê bang: Li taxa xwe xwedî derkevin 2021-05-04 13:11:06     SÊRT - Li taxa Gapê Şêniyan li dijî hişbirê panqarta bi dirûşma “Ji hişbirinê re na, li taxa xwe xwedî derkeve” daliqandin.   Li taxa Gapê ya giredayê Sêrtê şênîyan ji ber bikaranîna hişbirê ku her diçe li taxê belav dibe bertek nîşan dan. Şênîyan di têketina taxê de panqarta bi dirûşma “Ji hişbirinê re na, li taxa xwe xwedî derkeve” daliqandin.   Şênîyan anîn ziman ku li taxê temenê bi karanîna hişbirê daketiye 13 salî û xwestin ku ji bo hişyariyê xebat bên destpêkirin.