Emîne û Ferît Şenyaşar: Edalet tune be dê zilim hebe 2021-05-04 11:26:00     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirine wiha gotin:"Edalet tune be dê zilim hebe. Em naxwazin di bin zilmê de bijîn."   Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berîya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 57'emîn de didome.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev gotin parve kir:"Edalet tune be dê zilim hebe. Em naxwazin di bin zilmê de bijîn."