Nuray Çevîrmen: Bila demildest dawî li binpêkirinan bê 2021-05-04 09:06:44     ENQERE - Nuray Çevîrmen da zanîn ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafên girtiyan zêde bûne û got divê demildest dawî li binpêkirinan bê, grev bi dawî bin, ji ber ku jiyana mirovan gelek pîroz û bi nirxe.   Li gorî hejmarên fermî yên Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Tevkîfê, ji 28’ê sibata 2021’ê heta niha bi giştî 276 hezar û 438 kes girtîne. Li girtîgehan her wiha binpêkirinên mafan roj bi roj girantir dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a sala 2020’an hezar û 182 kesî derbarê binpêkirinên mafê jiyanê de yên li girtîgehê hatine jiyîn de serlêdan kirine û 17 girtî jî ji ber koronayê jiyana xwe ji det daye.    Girtiyên siyasî bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be û binpêkirina mafên girtiyan ji holê rabe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û di roja 159’an de didome. Nuray Çevîrmen a di Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, binpêkirinên mafên girtiyan ên di pêvajoya pandemiyê de hatî jiyîn nirxand.   'Koguşên karantînayê gelek bi xeter in'   Nuray, destnîşan kir ku 3 girtiyên nexweş di koguşên karantînayê de jiyana xwe ji dest dan û got: “Bi salane li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Lê her diçe girantir dibe. Ji ber pandemiyê rewş hîn bêtir giran bû. Çûn û hatina nexweşxaneyan, sewqkirin û derxistin revîran bi giştî ji holê hat rakirin. Tenê di rewşên pir lezgîn de hinek dermankirin û tetkîk hatin kirin. Lê bi giştî ji ber pandemiyê hatin rakirin. Bêguman pandemiyê û mirinên ji ber vîrûsê, mirov kirin fikaran. Xwe gelek girtî jî ji ber pandemiyê naxwazin biçin nexweşxaneyan. Ji ber vê girtiyên rewşa wan krîtîk, di vê pêvajoyê de nexweşiya wan girantir bû. Girtiyên çûn nexweşxaneyê jî di koguşên karantînayê de man. Ev jî ji bo wan di alî tenduristiyê de gelek bi xeter bû. Ji ber koguşên karantînayê ji hîjyenê dûr in, girtiyên bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin, 14 rojan di karantînayê de hatin hiştin. Ev pirsgirêke mezin bû. Di 2020’an de 3 girtî di koguşên karantînayê de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa ligel vê pirsgirêkên alavên paqijiyê hene. Pirsgirêkên kêmasiya alavan heye.”   ‘Nameyên kurdî bi tu awayî nayên dayîn’   Nurayê balkişand ser derfetên girtiyan û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de girtî ji malbatên xwe dûr man. Hevdîtin hatin sînorkirin. Hevdîtinên telefonê hatin astengkirin. Ligel vê pisgirêka şandina nameyan heye. Yek ji rêbazên herî girîng a ragîhandinê ya girtiyan nameye an jî bi rêya faqsê agahî girtine. Derbarê vê de gelek serlêdan ji bo me hene. Mînak; Ji me re hat ragihandin ku nameyên bi kurdî hatine nivîsîn bi tu awayî nayên şandin. Alavên bi koliyan tên şandin; pirtûk û kovar nayên dayîn. Pirtûk bi sînor tên dayîn. Rojnameya Yaşam, Bîr Gun, Evrensel û yên wek wan nayên dayîn. Di televîzyonê de tenê kanalên ku îdareyê diyar kirine, tên temaşekirin.”   ‘Di nav cezakirinê de cezakirin tê jiyîn’   Nuray bi lêv kir ku derbarê girtiyên nexweş de trajediyên mezin tên jiyîn û bertekên xwe li dijî pêkanînan wiha anî ziman: “Bi dehan carî ji bo pirsgirêk bên çareserkirin me serî li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîfê dan. Me di gelek daxuyaniyên xwe de rewş vegot. Em dixwazin ku girtiyên nexweşên giran bên berdan. Lê di vê pêvajoyê de pirsgirêkên mezin hene. Yanî her tişta ku wijdana wê heye dane sekinandin. Niha di nav cezakirinê de cezakirinek din pêk tê. Pirsgirêkên girtiyan bûne pirsgirêkên kronîk. Gelek girtiyên nexweş yên kronîk ku berê dermandikirin û dermanên wan dihat plankirin, niha nayê kirin. Li gorî pîvana berê bikar tînin. Bêguman wê bandora vê jî li ser tenduristiyê hebe. Ji bo nexweşên giran ku divê bên berdan daxwaza me çêbû. Lê nayên berdan. Nexweşên pençeşêrê, dil û gelekên din hene. Niha di şertên giran de têkoşîna jiyanê didin. Pirsgirêkên girtîgehan dikarin bi hêsanî bên çareserkirin. Dikare pêşî li mirinan bê girtin. Tenê bila dilê wan bixwaze ku sererastkirinan bikin. Divê demildest girtiyên nexweş bên tahliyekirin, înfaza wan bê taloqkirin.”   ‘Rêgeza wekheviyê hatiye pelçiqandin’   Nura diyar kir ku di sererastkirina înfazê ya nû de ya di 2020’an de hat derxistin wê girtiyên di ser 65’î û girtiyên nexweş bên tahliyekirin de bûne û got: “Gotin wê sererastkirin wisa be. Lê biqasî me dît, ev sererastkirin ji bo kesan taybet hatiye derxistin. Niha li girtîgehan girtiyên pir nexweş û temenê wan zêde hene. Têkoşîna jiyanê didin. Mafê wan jî heye, mafê wan yê jiyanê jî heye. Lê newekhevî hat kirin. Rêgeza wekheviyê hat pelçiqandin.”   ‘Grevên birçîbûnê hene’   Nuray di dawiya axaftina xwe de balkişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Grevên birçîbûnê yek ji teşeyê çalakiya ku her tim li girtîgehan pêk tê ye. Di nokteya ku pirsgirêkên girtiyan nayê çareserkirin de, girtî îradeya xwe datînin holê û bikevin grevê. Di 2019’an de jî grevek mezin pêk hat. Li wir pirsgirêkên mezin hatin jiyîn. Bi rastî encamên ku wijdana mirovan birîn dikirin derketin holê. Niha dîsa grev hene. Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ji holê rabin grev tê berdewamkirin. Divê demildest daxwaza girtiyan bê pêkanîn. Daxwaza me ev e ku mafên qanûnî bên bikaranîn û binpêkirin ji holê bên rakirin.”