Şahida Komkujiya Dêrsîmê: Tiştên em dibêjin bila neyên jibîrkirin 2021-05-04 09:05:51     DÊRSÎM - Li gorî hejmarên fermî 16 hezar kes, li gorî şahidan nêzî 70 hezar kes di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin. Yek ji şahidên komkujiyê Gullu Polat dibêje: “Ji şahidan kes nema. Yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Bila tiştên tên vegotin neyên jibîrkirin. Tiştên hûn dikin kamerayan bikin arşîv. Dibe ku ev roportajên dawî bin. Em ê koç bikin biçin. Lê bila ligel we bimînin. Gelek tişt li ser vê axê qewimîn û hîna jî diqewimin.”   Komkujiya Dêrsîmê ku yek ji komkujiya herî mezin û bixwîn a dîroka kurd di navbera sala 1937 û 1938’an de pêk hat, vê salê 83'êmîn salvegera wê ye. Li gorî hejmarên fermî 16 hezar, li gorî şahidan jî herî kêm 70 hezar kes hatine qetilkirin. Tevî ku 83 sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî hîna êş nehatine jibîrkirin û derbarê komkujiya hat kirin de tu lêpirsînek ji aliyê dewletê ve nehat meşandin.   Di komkujiya ku Seyîd Riza û hevalên wî hatin qetilkirin û cihê gora wan nayê zanîn,  şahidên wê demê jî di nava salan de yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Niha kêm kesên ku şahidiya wan deman kirine mane. Yên mane jî ji ber temen, gelek tişt nayên bîra wan û di vegotinê de zehmetiyan dikşînin.   Yek ji şahidên wê demê Gullu Polat a 85 salî ye. Gullu di dema komkujiyê de 2 salî bûye. Gullu ya li gundê Rubayik ê girêdayê Dêrsîmê dijî, di komkujiyê de bav û apê wê tên qetilirin. Gullu bi dayika xwe re xilas dibe. Hevjînê wê Bedrî Polat ê ku bi navê apê Bego tê nasikirin û niha 93 saliye wê demê 9 salî bûye û li ber çavên wî dayika wî, xwişk û birayên wî yên 4 û 6 salî tên qetilkirin. Dibêjin qey Bego jî miriye û bi malbata wî re davêjin avê. Bego piştî ji avê derdikeve ferq dike ku du tiliyên wî tune ne. Piştre xwe li çiyan vedişêre û ji komkujiyê xilas dibe.   Gullu li mala xwe li şaneşînê bi hevjînê xwe re runiştî û dema kamera dîtin pirsa ‘hun ji bo salvegera komkujiyê hatin’ dike.  Gullu diyar dike ku ew ê bimrin lê bila gotinên wan neyên jibîrkirin û biçin pêşerojê.Gullu diyar kir ku ev roportaja wê ya ewil e û wiha got: “Ez wan salan biçûk bûm. Ji ber vê jî ez vegotinen malbata xwe dizanim. Lê hevjînê min komkujî jiya û tê bîra wî. Rojnameger her tim tên mala me û raportajê pê re çêdikin.”   ‘Bavê min û 25 kes bi komî qetil kirin’   Gullu der barê wan salên ku nayên bîra wê de lê her tim hatine vegotin wiha dibêje: “Bavê min wê demê li ser bênderê bû. Leşkeran bi ser gund de digirin û bi bavê min re 25 kesî li qada gund kom dikin û bi komî qetil dikin. Dayika min û gelek jinên din dibin axûr kamçî dikin. Di komkujiyê de du apê min jî hatin qetilkirin. Apê min jî şewitandin û qetilkirin.”   ‘Gelek tişt qewimîn û hîna jî diqewimin’   Gullu bi lêv kir ku gelek kes hatine qetilkirin û ev tişt daxuyand: “Jin, mêr, zarok hemû kom dikirin û dikuştin. Jinên ducanî zikê wan diqelaştin û qetil dikirin.  Tecawizî jinan dikirin. Gelek kes avêtine çemê Munzurê. Ez wê demê hîna zarokek biçûk bûm. Lê ji şîdeta ku dayika min jî jiya ez jî bi bandor bûme. Gelek tişt li ser vê axê qewimîn û hîna jî diqewimin.”   ‘Vegotinên me bila bibin arşîv’   Gulluyê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji şahidan kes nema. Yek bi yek mirin. Bila tiştên tên vegotin neyên jibîrkirin. Tiştên hun digirin kamerayê bila bibin arşîv. Dibe ku ev roportajên dawî bin. Em ê koç bikin û biçin. Bila gotinên me li vir bimînin.”