Eyşe Acar Başaran bi jina ku çawîşê pispor tundî lê kir re peyivî 2021-05-03 14:05:51     ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP Eyşe Acar Başaran bi jina bi navê R.O. re ku li Kanîreşê çawîşê pispor Ferhat K. tundî lê kiribû bi riya têlêfonê peyivî.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eyşe Acar Başaran, bi rêya telefonê bi jina bi navê R.O. ku çawîşê pispor Ferhat K. tundî lê kir re û bi hevjînê wer re bi rêya telefonê peyivî.   Eyşe pişrê di derheqê buyerê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku R.O.’ye ji jinên HDP'yî piştgirî wxesti ye. Ew jî wê wek Meclîsa Jinan a HDP’ê vê dozê bişopînin û di berdewamiyê de wiha go: “Heta ku em ji vê dozê encamekê bigirin, ji destê me çi bê em ê bikin. Em dizanin ku bi taybetî li bajarên Kurdan sûcên bi deste polîs û leşkeran pek tên ji helwest dewletê ne serbixwe ne.   ‘Hiqûmet û rayedar ji kuştina jinan berpirsiyar in’   Eyşe parvêkirina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de Hiqûmet û rayedar ên ku jinan ji destkeftiyên wan bêpar dikin ji tundiya li ser jinê berpirsiyar in. Dewleta ku Peymana Setnbolê fesih kir divê ew jinan ji tundiya polîs û leşkêran biparêze.”