Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serîlêdan kirin 2021-05-03 12:58:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Baroya Enqerê û Amedê ji ber giştînameya EGM’ê ya "li dijî hiqûqê", bi daxwaza betalkirin û sekinandina wê serî li Şûraya Dewletê dan.   Baroya Enqerê û Amedê derbarê giştînameya Miduriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) a li ser astengkirina kesên deng û dîmenên polîsan qeyd dikin de, li Şûraya Dewletê doz vekirin. Baroya Enqereyê di daxwaznameya xwe ya bi daxwaza betalkirin û sekinandina rêvebirina giştînameyê ya dozvekirinê de wiha got: “Bi giştînameyê azadî û mafên bingehîn ên mirovan, mafên agahdarkirinê û mafên parastinê tê binpêkirin. Talîmata astengkirina qeydkirina deng û dîmenan a ji polîsan re hat dayîn, derbaskirina wê rayeyê.”   ‘Giştîname dijî hiqûqê ye’   Baroya Amedê jî derbarê giştînameyê de ev tişt ani ziman: “Di rêvebirina karê cemaweriyê de kesê/a muhtacî parastinê ne peywîrdarê cemaweriyê ye, welatî ye. Ev giştîname li dijî hiqûqê ye. Ji bo ku ev giştîname mafê bingehîn û azadiya mirovan binpêdike û li dijî qanûnê ye, bê rawestandin û betalkirin me serî li Şûraya Dewletê da.”