Parlamenterên HDP’ê serdana ajansa me kirin 2021-05-03 11:43:49     AMED - Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi minasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê serdana ajansa me kirin.     Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 3’yê Gulana 1993’yan de, biryar girt ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê bê pîrozkirin. Her sal di 3’yê Gulanê de her çiqas sansura li ser çapemeniyê tê bilêvkirin jî, zext, sansur, şîdeta polîs û girtin didomin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Semra Guzel, Dêrsîm Dag û Tayîp Temel bi minasebeta Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê serdana ajansa me kirin. Parlamenteran bal kişandin ser zexta li ser çapemeniya azad a li Tirkiyeyê û girîngiya rojnamegeriya jinê.