Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê: Kengî be jî rastî dertên holê 2021-05-03 09:04:36   ÎZMÎR - Rojnamegeran diyar kirin ku zextên tên kirin, bi armanca veşartina heqîqetê tên kirin û tevî her tiştî, kengê be jî rastî rojekê dertên holê.   Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 3’ê Gulana 1993’an de, biryar girt ku 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê bê pîrozkirin. Her sal di 3’ê Gulanê de her çiqas bal tê kişandin ser sansura li ser çapemeniyê jî, zext, sansur, şîdeta polîs û girtin didomin.  Jinan diyar kirin ku zextên li ser çapemeniyê bi armanca ku rastî dernekevin holê tên kirin û gotin rastî her tim derdikevin holê.  Jinan her wiha daxuyakirin ku  di sektora çapemeniyê de jî azadiya jinê ji ber zêdebûna hejmara mêran, bi sînor e û gotin ew bi hebûna xwe li dijî vê têdikoşin.   ‘Rojnamegerî tê darizandin’   Nûçegîhana Ajansa Mezopotamy Sevda Aydin, daxuyakirin ku desthilatdarî ji bo gel bi rastiyan nehese, her cureyê zextan li çapemenî û welatiyan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê derxistina holê ya rastiyan ne hêsane. Desthilatdarî hemû nûçeyên tên çêkirin di çarçoveya ‘têkoşîna bi terorê re’ dinirxîne û rojnamegeran didarizîne. Li Tirkiyeyê yek ji pîşeyên ku herî zêde tê darizandin rojnamegerî ye. Girtîgeh tije rojnamegerin. Darazê li gorî xwe diguherînin. Ji bo rastî dernekevin holê çav ditirsînin.  Lê rastî kîjan rojê be dertên holê. Ez dernexim wê rojekê yek din derxe holê.”   ‘Dizanin ku em çapemeniya muxalef in’   Sevdayê di berdewamiyê de ev tişt got: “Polîs ajansên nûçeyan nas dikin. Li hember çapemeniyên din pêkanînên wan cuda ne. Li hember me bi pêkanînên kêfî astengiyan çêdikin. Mînak herî dawî jî di doza Kobanê ya li Enqereyê hat dîtin de, derket holê. Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Ji nûçegîhanên me re gotin ‘em nahêlin Mezopotamya dîmen bikşîne, me ji amîr talîmat girtiye’.  Me rewşên ji vê hîn xerabtir dîtin. Polîs dizane em çapemeniya muxalifin. Ji ber vê astengiyan derdixin û tacîza fîzîkî û gotinî dikin.”   ‘Dixwazin pêşî li rastiyan bigirin’   Sevdayê her wiha bi lêv kir ku armanca qedexekirina mafê girtina dîmenen a welatiyan ku ji aliyê  Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve hatiye kirin, ev e ku rastiyan veşêrin û wiha pê de çû: “Li qadê wênekêş tên şikandin. Welatiyên ku li qada çalakiyê dixwazin şîdeta polîs bikşînin jî rastî mudaxaleyan tên. Lê em dibêjin ku ev mafê wan e. Lê niha ev qedexe kirine û bi vê hewl didin pêşî li rastiyan bigirin. Di demên pêş de di şevekê de bi giştînameyeke ku derxînin dikarin mafê girtina dîmenan ji bo rojnamegeran qedexe bikin.”    ‘Em hewl didin weşana azad bikin’   Edîtora Îz Gazete Şermîn Çolak jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Armanca me ev e ku em gel rast agahdar bikin. Em hewl didin bibin çapemeniya azad. Li gorî rojnameyên din em hewl didin weşanek azad bikin. Ligel me zextên patronan ne mijara gotinê ne. Em platformek ku piranî ciwan têde cih digirene. Em nûçeyên xwe diyar dikin.  Kes mudaxaleyê nûçeyên me nake, nêzîkatiyên wisa yên patron ne mijara gotinê ne.  Pirsgirêka çapemeniya herêmî ya herî mezin ev e ku ne azadin. Piranî rojnameyên herêmî bi reklaman li ser piyan e. Ji ber vê jî tercîha xwe ya nûçeyan diguherin. Mirov di manşetên rojnameyên herêmî de bi aşkera dibînin ku ji desthilatdariyê ditirsin û tirseke li hember wan mijara gotinê ye.”   Neçar in otosansurê bikin   Nûçegîhana Ege Postasi Ozlem Kara jî destnîşan kir ku rojnamegerên nû dibistanê diqedînin dibêjin qey wê her nûçeyê bikaribin çêbikin lê çawa dikevin sentorê otosansurê nas dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sedema vê jî ev e; em bi fikarin ku tiştek bê serê me an jî bê serê kesên em jê roportajê digirin. Di sektorê de stajyer pir zêde dixebitin. Kêm pere digirin. Barê wan giran e. Xwendekarên zanîngehê bê pere didin xebitandin.”   Rojnamegerên jin serdestiya mêr dişkînin   Ozlemê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji sektorên ku hejmara mêran lê zêde ye rojnamegeriye. Ji ber vê jî qada azadiya rojnamegerên jin di vir de bi sînore. Dema serlêdanên kar de zêdetir mêr tên terchkirin. Li gorî rolên zayenda civakî  qadên kar ji bo jinan tê diyarkirin. Mînak di çapemeniya alîgir de jin rastî nêzîkatiyên mêrên kameraman tên. Divê em li dijî vê têbikoşin. Ez dema cilan digirim neçarim bi baldarî bigirim. Ji ber em tên tacîzkirin. Divê civak xwe biguhere. Jin dikarin her karî bikin. Lê em vê dişkînin.”