Esnafên Amedê: Hem kargehên me digirin û hem jî alîkariyê nadin 2021-05-03 09:01:26   Sema Çaglak-Şehrîban Aslan   AMED - Esnafên jin ên Amedê bal kişandin ser biryara qedexekirinê û bertekên xwe yên li dijî biryarê bi van gotinan nîşan dan: “Dewlet welatî û esnafan bi mexdûriyet û xizaniyê re rûbirû dihêle. Em nizanin di nav 17 rojan de çi bikin, çawa pêdiviyên xwe bînin cih û çawa debara xwe ya rojane bikin.”   Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê biryarên di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê (Covîd -19)  ji raya giştî re aşkere kirin. Di çarçoveya biryarên hatin girtin de, Tirkiye ji 29’ê Nîsanê heta 17’ê Gulanê derbasî pêvajoya ku  "herkes li malên xwe bimîne" bû. Bi aşkerekirina vê biryarê re nerazîbûn û bertekên gel jî rû dan. Li gel ku tê gotin divê her kes di malên xwe de bimîne jî karkerên li kargehên taybet dixebitin dîsa li dervî vê biryarê hatin hiştin û li gel xeteriya vîrusê wê xibtandin. Disa esnafên ku ev salek zêdetir e kargehên wan bi piranî girî man jî careke din kargehên wan hatin girtin û  ji bo wan tu alîkarî nehat dayîn.  Esnafên jin ên Amedê jî bi gitş bal kişandin ser rewşa esnafan, bi taybetî jî esnafên jin û nêzîkatiya dewletê ya li hemberî wan.   ‘Mexdûriyet û xizanî tê ferzkirin’   Jina Esnaf Sabrîye Çelîkkol ku 12 sal in esnaf e diyar kir ku nêzikiya dewletê ya li hember, esnafan nayê qebûl kirin wiha berdewam kir: “Jixwe ji beriya pandemiyê de qeyranek heyî hebû. Bi pandemiyê re ev qeyran kûrtir bû û niha jî bi qedexekirina ku herî zêde esnaf jê bi bandor dibin derket lutkeyê. Ez ne dikarim kirêya kargeha xwe bidim ne jî dikarim fatureyên xwe bidim. Em ê çi bikin nizanim. Dewlet welatî û esnafan bi mexdûriyet û xizaniyê re rûbirû dihêle. Bi taybet ji bo esnafan tu alikariyek û piştgirîyek nayê dayîn.”   ‘Zehmetiya esnafên jin du qat zêdetir bû’   Sabriye bal kişand ser rewşa esnafên jin jî û destnîşan kir ku zehmetiya esnafên jin du qat zêdetir bû. Sabriyeyê wiha bilêv kir:“Jinên esnaf hem barê malê li ser pişta wan e û hem jî yê derve heye. Ji ber vê yekê mexdûriyeta herî mezin jinên esnaf dijîn. Me di vê pêvajoyê de dît ku gelek esnaf ji ber qeyranê dikanên xwe girtin. Ji van esnafên ku dikarinên xwe girtin jî herî zêde jinên esnafin. Jixwe gava esnaf jin bin barê wan girantir dibe. Esnafên mêr li gorî jinan dikarin di karên cuda cuda de bixebitin û di saetên dirêj de bixebitin.  Lê mixabin ji ber hişmendiya mêrê serdest a di nava civakê de rwş ji bo jinan cuda ye û karê wan zahmet dibe.”   ‘Hem qedexe kirin hem jî alîkarî nedan’   Jina esnaf Celîle jî diyar kir ku beriya pandemiyê gelek mûşterî hebûn ku dihatin dikanê lê bi pandemiyê re mûşterî kêm bûn û dan û stendineke ku divê bê kirin pêk nehat Celîle, got: “Hem rewşa welatiyan diyar e hem jî rewşa esnafan li ber çavan e.  Jixwe em kirêya dikanê nikarin derxînin. Niha jî di destê me de tu tiştek nema ye. Em faturrayên xwe yên av û ceryanê jî nikarin bidin. Sala borî gotin em alîkariyê didin û pereyekî ku têra fatureyên me jî nake hat dayîn. Kirêya dikana herî biçûk  ji yek hezarê zêdetir e. Ez dizwazim bipirsim em bi vî pereye heqê avê bidin, ceyranê an jî kirêyê bidin. Hem qedexe dikin hem jî tu alikariyek nadin.”   ‘Em nizanin çawa pêdîviyên xwe bînin cih’   Celîle detnîşan kir ku ne tenê esnaf ji rewşê bi gazincin her kes bi gazin e û rewşeke kambax heye li holê. Celîle wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salan e esnaf bi gelek pirsgirêkên aborî re rûbirû dimînin. Hê ji bo van pirsgirêkan çareseriyek nehatiye dîtin û niha careke din esnafan dixin nav bîrek bê binî. Em nizanin di nav 17 rojan de çi bikin, çawa pêdiviyên xwe bînin cih û çawa debara xwe ya rojane bikin.”