ROJEVA 3'YÊ GULANA 2021'Ê 2021-05-03 09:00:00   *Esnafên jin ên Amedê bal kişandin ser biryara qedexekirinê û bertekên xwe yên li dijî biryarê bi van gotinan nîşan dan: “Dewlet welatî û esnafan bi mexdûriyet û xizaniyê re rûbirû dihêle. Em nizanin di nav 17 rojan de çi bikin, çawa pêdiviyên xwe bînin cih û çawa debara xwe ya rojane bikin.” DÎMEN HEYE   *Nuran C. ku ji ber şîdeta sîstematîk doza destberdanê vekir, diyar kir ku tevî  biryara parastin û durxistinê heye jî tê tehdîdkirin. Nuranê bi gotinên wekê ‘Gelo piştî ku min li ber çavên zarokên min bikuje wê dewlet alîkariyê bike’ bêçaretiya xwe anî ziman û her wiha banga dengê min bibihîzin, ez naxwazim bimrim kir. BI DÎMEN   *Hejmara Gulanê ya rojnameya jinê Newaya Jin derket pêşberî xwendevanan. Di vê hejmara 194’emîn de gelek rojev cih digirin û manşeta ‘soza me ya ji bo dayikan welatekî bi kulîlkan hatiye xemilandin e’ hat tercîhkirin.   *Rojnamegeran diyar kirin ku zextên tên kirin, bi armanca veşartina heqîqetê tên kirin û tevî her tiştî, kengê be jî rastî rojekê dertên holê. DÎMEN HEYE   *Parêzer Evîn Konuk diyar kir ku giştînameya ‘qedexeya weşanê’ ya ji aliyê EGM’ê ve hatiye weşandin, bi armanca veşartina sûc û rewakirina delîlan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Ev tevger û pêngavek têkbirinê ye. Rayeyên polîsan roj bi roj tên berfirehkirin. Em bi lez ji dewleta hiqûqê derbasî dewleta polîs dibin.” DÎMEN HEYE   *Dayika Didem Akman, Zulfiye Akman da zanîn ku li girtîgehan zext û şerdên tecrîdê giran bûne û got ji ber girtiyan ambargoya pirtûkan şermezar kirine lêdan xwarine. Zulfiyeyê bang kir û got bila raya giştî berê xwe bide girtîgehan.  DÎMEN HEYE   *Li Kanîreşê pisporê bi navê Ferhat K. bera zarokekî da û ji ber diya zarok R.O. bertek nîşan da Ferhat K. gefa mirinê li dayika zarok da xwarin. R.O Ferhat K. gilî kir û derbarê Ferhat K. de biryara dûrxistinê hat dayin. Lê belê dema R.O diçe gilî dike polîsa jê re dibêjin:"Ji destên me tiştek nayê. Em nikarin asteng bikin ku neyê malê." R.O. banga piştevaniyê kir.