Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan banga hestiyariyê 2021-05-02 15:10:15     ÎZMÎR - Dîdem Akman a girtî ku 207 rojan di rojiya mirinê de ma û piştre navber da çalakiya xwe dayika wê Zulfiye Akman li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê kir.   Dîdem Akman a di Girtîgeha Şakranê de ku li dijî binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kir û 207 rojan çalakiya xwe berdewam kir, di 11'ê Îlona 2020'î de piştî ku rêveberiya girtîgehê soz dayê wê daxwazên wê bi cih bûne navber dabû çalakiya xwe. Dayika Dîdemê Zulfiye Akman piştî ku binpêkirinên mafan li girîgehê zêdetir bûn banga hestiyariyê li raya giştî kir. Zulfiye piştî ku bi keça xwe re bi telefonê axivî peyameke bi dîmen bi telefona xwe parvekir û got ku hevdîtina wê bi keça wê re ji ber serdegirtina qawîşê 3 saetan dereng pêk hatiye. Zulfiye diyar kir ku di dema serdegirtinê de gelek alavên girtiyên di qawîşê de jî hatine desteserkriin.    Sozên xwe bi cih nanîn   Zulfiye anî ziman ku berî bi mehekê jî dîsa bi ser qawîşa keça wê lê ye de girtin û got ku di dema serdegirtinê de Dîdemê bi erdê re kaş kirin. Zulfiye peyama xwe wiha berdewam kir, "Ji bo ku şert û merc li girtîgehan bên başkirin keça min dest bi rojiya mirinê kiribû. Soz dan keça min lê rêveberiya girtîgehê li ser sozê xwe nema." Zulfiye diyar kir ku wê di 1'ê Gulanê de bi dozger re hevdîtin kiriye û ev tişt got, "keça min got, 'ger ku daxwazên min pêk neyên ez ê dîsa çalakiya xwe bidomînim'. Ez naxwazim ku keça min careke din bikeve wê rewşê."   Zulfiye diyar kir ku ew dayike û ji ber rewşa keça xwe nikare bişev razê. Zulfiye herî dawî wiha got, " Dengê zarokên me bibihîzin. Ez wicdan dixwazim û bang li her kesî dikim ku bibin dengê zarokên me yên girtî."