Rêveberiya Xweser derbarê doza Kobanê de daxuyanî da 2021-05-02 13:37:27     KOBANÊ - Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li dijî doza Kobanê ya li bakurê Kurdistanê daxuyanî da.    Derbarê Doza Kobanê ku li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat vekirin û hevserokên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes jê tên darizndan li Kantona Kobanê ji aliyê  Meclîsa Rêveber, Meclîsa Zagonsaz û Meclîsa Edaletê yên Herêma Firatê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclîsa Zagonsaz Fewziya Ebdî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   Daxuyanî bi van gotinan hat destpêkirin: "Di destpêka sala 2014`an de li Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li sê kantonan hate damezrandin. Di destpêka avabûna Kantonê de, Kobanê rastî êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra û piştre jî rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hat. Êrîşa herî mezin jî di 15`ê îlona 2014`an de pêk hat. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li ser banga me xwedî li berxwedana Kobanê derket û serferberî raghand. HDP`ê bêyî ku qanûn û pergala Tirkiyê binpê bike, li gor pîvanên Saziya Mafên Mirovan tevgeriya, kamp ji gelê me yê koçber re vekir û birîndarên şer derman kirin.   Tirkiyê bi vê darizandinê tola DAIŞ'ê ji Kobanê hiltîne   Piştî derbasbûna salan di ser piştgiriya HDP`ê ya bi Kobanê re, dosya ku AKP`ê vekiriye ji aliyê pergala daraza tirk ve hat qebûlkirin. Bi bihaneya piştgiriya HDP`ê ya bi Kobanê re, dewleta tirk a qaşo pir reng û demokrat ew doz kir dozeke siyasî û derveyî qanûn û pîvanên mirovan. Tirkiyê bi vê darizandinê dixwaze tola têkçûna DAIŞ`ê ya ji Kobanê hilîne. Dadgeha Ewrupa ya Mafên Mirovan xwesitibû ku serokê berê yê HDP`ê parlementer Selahadîn Demîrtaş  serbest were berdan.   Piştigriya HDP`ê ji bo me gelê Kobanê rizgarkirina ji komkujiya DAIŞ`ê ye. Ji lewra îro careke din li ser Kobanê em bang li dadgeha Ewropayê, rêxstinên mafên mirovan dikin ku careke din ji Tirkiyê bixwezin pabendî bi biryarên ku ji dadgehên Ewropa yê der hatine re bike û edalet pêk were."