Bi êrişa polîsan jinek birîndar bû 2021-05-01 16:38:54   TRABZON - Parastina Jinê ragihand ku li Trabzonê polîsan êrişî girseya ji bo 1'ê Gulanê derketina qadan kirine û Endama GYK Malagel Berna Demirtaş birîndar bûye.    Parastina Jinê da zanîn li Trabzonê polîsan bi wesayetê bir ser girseya ji bo 1'ê Gulanê derketina qadan ve çûne û Endama GYK Malagel Berna Demirtaş birîndar bûye. Her wiha polîsan 12 kes kirin bin çavan.    Artvin   Li Artvînê jî 20 kesên xwestin 1'ê Gulanê Roja Karkeran pîroz bikin hatin binaçavkirin. Her wiha li navçeya Hopayê jî polîsan êriş birin ser kesên xwestin 1'ê Gulanê pîroz bikin.    Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tendirustiyê birin nexweşxaneyê. He wiha hat ragihandin ji bo îfadeya wan ew ê bibin Emniyeta Hopa û Borçkayê.