Bi ketina ÎHA'yê zarokek birîndar bû 2021-05-01 16:31:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Duhokê bi ketina ÎHA'yê zarokek bi giranî birîndar bû. Hat hînbûn zarok bine nexweşxaneyê.    Duh êvarê li nêzî bajarokê Bamernê yê ser bi Dihokê balafirek bêmirov a dewleta tirk ket xwarê. Di encamê de zarokekek 11 salî birîndar bû.   Li gorî agahiyê ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, duh êvarî li gundê Zêwa Şêv Pîremûs yê nêzî bajaroka Bamernê ya Dihokê balafirek bêmîrov a dewleta Tirk kete xwarê.   Hate ragihandin ku parçeyek ji balafirê li zaroka 11 salî ya bi navê Lavîn  Casim ketiye û bi giran birîndar bû. Lavîn Casim a birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê.   Heta niha sedema ketina balafirê nehatiye zanîn. Hîn diyar nîne ka balafir bi xwe ketiye xwarê yan jî hatiye xistin.