Welatiyan binçavkirin asteng kirin 2021-05-01 15:51:49   STENBOL - Di êrişa polîsan a li ser çalakiya BMG'ê ya Esenyurtê de welatîyan  binçavkirin asteng kirin.   Ji bo 1'ê Gulanê tevî hemû astengiyan Hêzên Têkoşîna Hevpar   (BMG) derket qadan. BMG piştî Taksîmê li Esenyurtê meşiya û dirûşmên "Heq nayê qezenckirin tê bidestxisin" "Bijî yekê gulanê" berz kir. Girseya meşiya got:"Ji bo em bibin dengê kesên qeyûm ew ji kar avêtin em li kuçeyan e. Em li dijî faşîzma doza girtinê li HDP'ê vekiriye û mafê rêxistinbûyinê asteng dike di 1'ê Gulanê de li kuçeyan e." Polîsan di vê navberê de êrişî çalakgeran kirin.    Li dijî êrişan welatî li dora çalakgeran bûn mertal û bi gotina "yuh" bertek nîşanî polîsan dan. Her wiha welatiyan binçavkirin asteng kirin û piştigirî dan çalakiyê.