Pervîn Buldan çû serdana karkeran 2021-05-01 15:36:19   STENBOL - Bi minasebeta 1'ê Gulenê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, çûn serdana karkerên li Şantiyeya Galataport a Karakoyê, Pervîn di serdanê de diyar kir ku dê teqes pergalê biguherînin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pêre li Şantiyeya Galataport a Bakirkoyê, bi minasebeta cejna 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên cîhanê karker ziyaret kirin. Di heyetê de parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP'ê yên navendî amade bûn. Dîsa nûnerên Rêxistina Şoreşger û Serokê Giştî yên Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabulut tev li heyetê bûn. Heyeta HDP'ê û nûnerên sendîkayan karker ziyaret kirin û 1'ê Gulanê li wan pîroz kir.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, ewil 1'ê Gulanê li karkeran pîroz kir û wiha got: "Di rojek wisa de jî karkeran didin xebitandin. Karkeran bi Kod-29  ji kar derdixin û keda karkeran dixwin. Em weke HDP li cem we ne. Em ê bi hev re vê têkoşînê mezin bikin."    Karkeran jî ji ber ziyareta heyeta HDP'iyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê bi hev re têbikoşin.    Li Mêrsînê pêşwazîkirina 1'ê Gulanê   Li Mêrsînê jî nûnerên Platforma Ked û Demokrasyê ya Mêrsînê bi heman armancê li Qada Komarê ya Mêrsinê cejna 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran pîroz kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Kedkaran berdilkên li ser "Bijî 1'ê Gulan" li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Yek Gulan”, “Bijî Biratiya Gelan" “Her der Taksîm û her der 1'ê Gulanê" berz kirin. Nûnerên platformê bi srûda 1'ê Gulanê" meşiyan. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Mêrsînê Kemal Goksoy, anî ziman ku îqtîdarê şewba vîrûsê kir hincet û li pêş 1'ê Gulanê astengî derxist û wiha got: "Destûrê didin ku karker kolanan paqij bikin. Destûr didin mitîngên xwe. Destur didin ku karker li fabrîqan kar bikin. Lê destûr nadin karker roja xwe pîroz bikin. Em ê her derê bikin qada 1'ê Gulanê. Em bang li hemû kesan dikin ku êvarî saet di 21.00’an de li eywanên malên xwe di şibakeyên xwe de 1'ê Gulanê piroz bikin."    Li Antalyayê karker daketin qadan    Endamên Malên Gel a Antalya jî bi armanca 1'ê Gulanê daketin kolanan û dirûşmeyên "Bijî 1'ê Gulanê" berz kirin û li kolanan meşiyan. Piştî meşê polîsan mudaxale kir û 4 kes binçav kirin. Polîsan bi hinceta zagon îhal kirine ji bo her yekî 3 hezar û 150 tel ceza birî. Gelek karker û kedkaran li eywan û şibakeyên xwe pankarta "Bijî 1'ê Gulan" vekirin.