Kongreya Star ji bo 1'ê Gulanê daxuyanî da 2021-05-01 12:55:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star di daxuyaniya xwe ya ji bo 1'ê Gulanê Roja Karkeran de bal kişand ser ked û girîngiya rola karkeran û got:"Em piştrast dikin ku di 1'ê Gulana vê salê de israra xebat, têkoşîn û pêşketinê zêde bûye da ku armanc pêk bên."   Bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkeran Koordînasyona Kongreya Star daxuyanî da.    Daxuyanî wiha ye:   "1'ê Gulanê wek roja rol û girîngiya karker, kedkar û têkoşerên civakê ye. Karker ji stûnên sereke û bingehîn a civakê tê hesibandin, ji ber ku bi ked û têkoşîna xwe gelek aliyan di civakê de bi pêş dixe.   Em wek Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû qurbaniyên di vê rêya dijwar de û di serî de şehîd û rêberê vî gelî ku di şert û mercên herî dijwar de kedê didin û dixebitin, bi bîr tînin. Em piştrast dikin ku di 1'ê Gulana vê salê de israra xebat, têkoşîn û pêşketinê zêde bûye da ku armanc pêk bên.   Em kar û xebatên jinan li Bakur û  Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin ku di hemû qonaxên berê de ji bo avakirina civakeke demokratîk, exlaqî, siyasî û azad li qadên siyasî, leşkerî, çandî û çapemeniyê têkoşiya û heta ji bo parastina mirov û civakê li dijî terorê li ber xwe da.   Em hêvî dikin ku 1'ê Gulanê îsal ji zor û sûcên ku li dijî gel bi sedalan pêk dihatin û binpêkirinên ku hemû pêkhateyên me rastî wê tên, bibe cejna rizgariyê û cejna xelasbûna ji zihniyeta desthidariyê. Her wiha bibe roja têkoşîna giştî ya ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, pirreng, yekitî û azad ku tevahî pêkhateyên wê bi azad û demokrat tê de bin.   Em wek Koordînasyona Kongreya Star bi vê boneyê tevahî kedkar û karkeran pîroz dikin û carek din piştrast bikin ku Şoreşa Rojava şoreşa tevahî bindestên cîhanê ye û hevkarê cîhana azad e da ku civakek demokratîk ava bike. Her wiha em soz didin ku li hember tevahî rêbazên keysbaziyê li ber xwe bidin heta ku civakek demokrat, adil û wekhev ava bikin."