Ji DBP û HDP’ê peyama 1'ê Gulanê 2021-05-01 10:53:01   ENQERE - Bi minasebeta 1'ê Gulanê DBP û HDP’ê daxuyaniyên niviskî dan û banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyên nivîskî 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran pîroz kirin. Her du partiyan jî di peyamên xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kedkar û karkeran.    DBP: Dixwazin maxalîfan qels bikin   DBP’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qedexeyên li dijî mafê sendîkayîbûnê û têkoşîna demokratîk û ev peyam da: “Di pêvajoyeke ku hemû xebatên siyasî tên terorîzekirin û qrîza aborî heye de bi milyonan mirov li ber sînorên birçîbûn û xizaniyê 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.  Daxwazên kesên alîgirên maf û kedê bi hinceta pandemiyê tên paşguhkirin. Welat weke şîrketê bi rê ve dibin, bi tank û topan êrişî Gelê Kurd û bi çoyan jî êrişî kedkaran dikin. Vê ji bo dirêjkirina emrê xwe û parastina jiyana xwe ya li qesran dikin. Em dizanin ku bi vê dixwazin têkoşîna çîna karker, beşên kedê û muxalîfan qels bikin. Bi hêviya mezinkirina têkoşîna li dijî kedxwariyê em 1’ê Gulanê pîroz dikin û hêviyê bi rêxistin dikin.”   HDP: Em herkesî vedixwînin têkoşînê   HDP’ê jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişa desthilatê ya li dijî kedkaran û ev peyam da: “Desthilata AKP-MHP’ê ji bo temamkirina avabûna pergala xwe ya nû gav bi gav di pêş de diçe. Ji berê heta îro li dijî karker, kedkar, jin, kurd û gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn kevneşopiya zext, tepisandin û komkujiyê hatiye meşandin. Ji bo kar-nan, edalet û azadiyan em bang li herkesî dikin ku li gorî rihê 1’ê Gulanê vedixwînin têkoşînê.”