Li Mexmûrê koma 68'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-05-01 10:20:33   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 68’emîn çalakî dewr girt û greva birçîbûnê 135 roj in li wargehê didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 68'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û berxwedana li wargehê 135 roj in didome.    Çalakiya ku bi biryardarî berdewam dike îro ji aliyê koma 68'emîn ev hat dewirgirtin. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtina dest pê kir. Li ser navê koma 68’emîn Saleh Îke axivî û wiha got: “ Îro li hemberî Gelê Kurd û çiyayên azad li hemberî gerîlayên azad şerekê taybet tê meşandin. Neyar bi hevkarên xwe yên xwinxwar her tim rojên dîrokî de êriş li ser me pêktîne. Gerîlayên azadiyê li hember tevahî êriş, teknîk, çekên NATO û Gladoyê berxwedanek bê hempa deye. Ev êriş ne tenê li hember gerîlaye, li hember tevahî destkeftiyên kurd û Kurdistanê ye.”   Çalakvan Saleh di gotinên xwe de balê dikşîne li ser bêdengiya di nava civakê de heye û wiha dibêje: “Îro bêdengiyek heye di nava civakê de, bi taybetî jî gelê me yê başûrê Kurdistanê, ger ku di nava gel, sazî û partiyên kurdan de hevgirtinek hebûya li hember ev dagirkerî û qirkirinê wê neyar ewqasî cesaret negirtiba. Ev tê wê wateyê ku hevkarên neyarê me di Başûrê Kurdistanê de hene.”   Merasîma dewr girtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" û "Bê seroka jiyan nabe” dawî bû.