Li Enqerê karker hatin binçavkirin 2021-05-01 10:09:24   ENQERE - Endamên Federasyona Anarşîst ên Şoreşger ji bo 1'ê Gulanê daketin qadan lê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Her wiha polîsan dîmen kêşandina çapemeniyê jî asteng kir.    Endamên Federasyona Anarşîst ji kolana Konurê heta parka Guvenê meşiyan. Li vir ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 4 endamên federasyonê hatin binçavkirin. Her wiha rojnamgerên ku dîmen dikişandan hatin astengkirin û hatin tehdîtkirin.